În, 14 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Qamişloyê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya Fermandar Nûreddîn Sofî kirin
Rojava

Li Qamişloyê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya Fermandar Nûreddîn Sofî kirin

Ji bo Nûreddîn Sofî li Qamişloyê konê sersaxiyê hate danîn. Di konê sersaxiyê de li ser navê malbatê biraziyê Sofî, Ehmed Ebdullah axivî û got, “Em spasiya gelê ku ji Garê heta Qamişloyê beşdarî pêşwazîkirin û oxirkirina şehîd Nûreddîn Sofî kirine dikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ev 3 roj e li taxa Xerbî ya Qamişloyê konê sersaxiyê ji fermandar û pêşengê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî re hatiye danîn. Piştî ku duh bi pêşwaziya bi deh hezaran kesan fermandar Nûreddîn Sofî hat oxirkirin, îro di bin kon de merasîmek pêk hat. Kon bi wêneyên şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bextiyar Gabar û Rêber Apo hatin xemilandin.

Pêkhateyên kantona Cizîrê bi dirûşmên “Şehîd namirin” berê xwe dan kon. Saziya Malbatê Şehîdan, sazî û rêxistinên girêdayî Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, TEV-DEM, şêxên eşîrên pêkhateya Ereb, Partiya Yekitiya Suryan, partî û saziyên pêkhateyên Siryan, Ermen,  fermandar û şervanên QSD’ê, Kongreya Îslama Demokratîk, MSD, mamosteyên Zanîngeha Rojava, saziyên tenduristiyê, hevseroka Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd, cîgirê hevserokên Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, fermandarê QSD’ê Lokman Xelîl, Şêx Mirşîd El Xeznewî, hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsiv, hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed, hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo beşdarî merasîmê bûn.

Di bin kon de dayikan bi kefiyên kesk, sor, zer ku li serê xwe pêçabûn, di destê wan de wêneyên şehîd, bi lorînên xwe lehengî û têkoşîna şehîd Nûreddîn Sofî vegot.

Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hat rêvebirin. Di merasîmê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl di kesayeta şehîd Nûreddîn Sofî de tevahî şehîd bi bîr anîn û got: “Me bi şehîdan dest pê kir, me bi şehîdan israr kir û em bi şehîdan ber bi azadiyê ve dimeşin. Me planên sedsalî yên dagirkeran têk birin. Em ê ji bo domandina rêya şehîdan her tiştî bikin.”

Li ser navê QSD’ê Kawa Gulo wiha axivî: “Heval Nûreddîn fikrên Rêber Apo ji xwe re kirin esas. Piştî derbasî şoreşa Rojava bû, di bin siya wî de pêşketinên dîrokî çêbûn. Di yekitiya pêkhateyên herêmê de kedeke mezin da. Mînaka wê jî YPG, YPJ, QSD ne. Îro çavê hemû pêkhateyan li QSD’ê ye ji bo azadiyê. Ev keda şoreşgerên wekî heval Nûreddîn Sofî, Xebat, Elî ye.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed jî diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî bi felsefeyeke rast hevaltiya jinan kir û wiha domand: “Heval Nûreddîn kedeke mezin di avakirina TEV-DEM’ê de da. Heval Nûreddîn şagirtekî Rêber Apo ye, gotinên Rêber Apo bi lêv dikirin û pêk dianî, me ev di xebatên wî de dît. Ji bo ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin, divê em minetdarê wan bin û bi xebatê û têkoşînê bikarin vê minetdariyê nîşan bidin.”

Piştî wê hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero bi navê Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Bedewbûna Kurdistanê bû armanca dewletên dagirker, lê li beranberî wê berxwedan û têkoşîneke mezin hat meşandin. Ji bo wê keç û xortên Kurdan canê xwe feda kir. Îro di merasîma şehîd Nûreddîn de girêdana gel bi şehîd û doza xwe re diyar bû. Israra berxwedanê diyar bû. Em li pêşiya vî gelî soz didin şehîdan ku em ê li ser şopa şehîd Nûreddîn Sofî û hemû şehîdan tê bikoşin.”

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif jî diyar kir ku şehîd Nûreddîn bi baweriyeke mezin, bi keda bi salan a li çiyayê Kurdistanê daye, bi perwerdeya ji Rêber Abdullah Ocalan girtî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û wiha domand: “Kevirê bingehîn ê Rêveberiya Xweser ku niha ji tevahî Sûriyeyê re bûye mînak, danî. Em bi şans in ku bi perwerdeya heval Nûreddîn tê koşiyan. Heval Adil, heval Nûreddîn Sofî, ew soza me daye we, em ê pêk bînin.”

Şêx Murşîd El Xeznewî ku beşdarî merasîmê bû axivî. El Xeznewî şehîd Nûreddîn bîr anî û wiha got: “Em îro di hizûra şehîd Nûreddîn Sofî de ne, lê ne ji bo şînê, ji bo şahiya jiyana wî. Ji ber ku şehîd dibe ramanek, dibe alek li ser rêya heq û azadiyê. Cudahiyeke mezin di navbera mirin û şehadetê de heye, mirin rewşeke giştî ye, her ruh dê bimire. Welatparêz jî dimirin, çete û xayîn jî dimirin, pêxember dimirin û kesên normal jî dimirin. Lê şehadet mertebeyeke mezin e û bi destê her kesî nakeve. Şehîd Nûreddîn jî yek ji van e ku Xwedê şehadet kiriye qismeta wî. Cudahiya duyemîn jî ew e ku mirin dawiya jiyanekê ye lê şehadet destpêka jiyanekê ye. Cudahiya sêyemîn; ê ku dimire em jê re dua dikin, lê yê ku şehîd dibe em ji ruh, xwîn, ked û berxwedana wî agirekî hildidin û dikin dilê xwe, ji bo ku li ser rêya azadiyê bimeşin. Şehîd Nûreddîn ronahiyek bû di rûyê tariyê de, li ser rêya azadiyê. Bila malbatên şehîdan nebêjin xwîna zarokên me vala çû. Ji bo wê em soz didin rêya wan bimeşînin. Va ye em welatekî azad ava dikin.”

Piştre mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf got ew dixwaze “bi zimanê şîrîn şehîd vebêje, ew jî zimanê helbestê ye” û helbesta bi navê “Giyanê We li Asoya Welat” xwend.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Xerzanî jî şehîd bîr anî, qala têkoşîna şehîd kir û wiha got: “Dê şopa lingê te li ser çiyayên bilind ên Kurdistanê bimîne.”

Ji Partiya Yekitiya Suryan Semherîb Bersûm jî li ser navê gelê Suryan, partî û rêxistinên Suryan sersaxî ji gelê herêmê re xwest û wiha got: “Şehîd jiyana azad pêşkêşî gel dikin.”

Li ser navê MSD’ê Hisên Ezam jî sersaxî ji malbatê û gel re xwest.

Li ser navê malbata şehîd Nûreddîn Sofî jî kurê birayê şehîd Ehmed Ebdullah axivî. Ebdullah got: “Nûreddîn Sofî ne tenê kurê vê malbatê bû, kurê tevayî malbatên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyan bû. Em sersaxiyê ji tevahî gelan re dixwazin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîd Koçero Urfa û Bextiyar Gabar re jî dixwazin. Heval Nûreddîn ji bo dozekê, li dijî zilmê kete nava têkoşînê. Di her alî de ew gihaşte asteke bilind. Îro Rojava di tevahî Sûriyeyê de mînakeke herî mezin e, em pê serbilind in.”

Malbata şehîd Xebat Dêrik jî ku beşdarî merasîmê bûbû, sersaxî ji malbatê re xwest.

Hejaro ku astengdar e û beşdarî gelek çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe jî spasiya hêzên leşkerî kir, sersaxî ji malbatê re xwest.

Tê payîn ku 2 rojên din jî kon vekirî bimîne û gelên herêmê serdanê bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Başûrê Ewropayê ji ber germa dijwar daristan dişewitin
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran şahî û meş hatin lidarxistin: Em ji piştgiriya pêvajoyê re amade ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xalê Jîna Emînî Sefa Eylî hat girtin

Hêzên ewlekariyê yên Îranê di 11’ê Nîsanê de li bajarê Seqîzê yê Rojhilatê Kurdistanê xalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê: Tiştekî ku em bi gelê xwe re nikaribin bikin tuneye

Meşvanên Azadiyê yên ku xwe gihandin navçeya Hezo ya Êlihê gotin, "Heta ku gelê me…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan êrîş birin ser karkerên Polonez

Karkerên Polonez ku ji ber endametiya sendîkayê ji kar hatin avêtin, ji aliyê polîsan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Dêrazorê mayîn bi erebeya QSDˊê de teqiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

316 xwendevanên Zanîngeha Kobanê derçûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Konferansa YRJ’ê bi dawî bû: Em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bêyî navber bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Şervan Şoreş merasîma xiyabî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?