Li Qamişloyê bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî hat lidarxistin. Şêniyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs, rûspiyên eşîrên Ereb, oldar û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên mezin ên li ser “Ji Rêber Apo re azadî” nivîsî hatin hildan.
Meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Di meşê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û daxwaza azadiya fîzîk hat kirin.
Li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meş veguherî mîtîgê û li wir berdevka Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Hisên axivî. Îbtîsam Hisên, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25 salan ve di encama Komploya Navneteweyî de di girtîgeha Îmraliyê de ye, silav û pîroz kir.
Îbtîsam Hisên anî ziman ku dewletên ev komplo pêk anîne dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin û got: “Dixwazin projeyên xwe ji bo 100 salên din li herêmê pêk bînin. Her wiha ew hewl didin ajandeyên xwe pêk bînin û serdestên gelên herêmê bin. Rêber Abdullah Ocalan bi projeya neteweya demokratîk li hember siyasetên dewletên kapîtalîst sekinî. Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin li Îmraliyê dide meşandin.”
Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Heyal Xiwêr jî axivî û wiha got: “Hêzên hegemonîk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di girtîgehê de di êşkenceyên derûnî û fîzîkî re derbas dibe, didomînin. Em helwesta rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye çavkaniya ronahî û azadiyê.”
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.