Li Qersê ji ber berfê ku di saetên êvarê de zêde bû, rêya 17 gundan hatin girtin. Ji ber barîna berfê û şert û mercên hewayê, mirov nikarin xwe bigihînin gundekî navenda bajêr, 3 gundên Dîgorê û 13 gundên Qamûşanê.
Ji bo vekirina rêyên hatine girtin, xebat tên kirin.

