Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate lidarxistin û bi taybetî ciwan tevlî bûn.
Welatiyên ku serê sibehê berê xwe dan qadê, bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiyê.
Malbat, zarok, extiyar, astengdar jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Ji qada pîrozbahiya Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” bilind bû. Li gel posterên Rêber Apo wêneyên Mazlûm Dogan, Hakî Karer û Sakîne Cansiz jî hatin hildan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê navçeyê yê DEM Partiyê Halît Karahan axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li pêvajoyê derkevin.
Ciwanên ku bi navê “Ciwanên Apoyî” axivîn banga mezinkirina têkoşînê û rêxistinbûnê kirin.
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin û George Aslan li pîrozbahiyê axivîn û anîn ziman ku azadiya Rêber Apo ji bo pêvajoya çareseriyê diyarker e û bang li dewletê kir ku gavê biavêje.
Piştî axaftinan ciwanan agirê Newrozê dadan û bi rengekî kevneşop çakêtên xwe avêtin nava êgir.
Hunermend Hamît Karadenîz, Koma Rîtmên Azad û koma Ribabê derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî govend gerandin.

