Desteya Hundirîn a kantona Reqayê giştînameyek der barê qedexeya derketina derve li tevahî kantonê de derxist. qedexe ji 13ˊê Çileya 2026ˊan ve dikeve pratîkê.
Li gorî giştînameya bi hejmara /1/, qedexeya derketinê saet ji 10ˊê êvarê heta bi 6ˊê sibehê ye, ev qedexe heta demeke nediyar e.
Desteyê diyar kir ku her kesê vê giştînameyê bin pê bike wê li gorî qanûnê rastî lêpirsînê bê.
Girêdayî mijarê, Desteya Hundirîn a Tebqayê jî giştînameyek der barê qedexeya qismî de li tevahî kantonê derxist. Saet ji 10ˊê êvarê heta 6ˊê sibehê qedexe dest pê dike.
Desteyên li her du kantonan bang li tevahî welatiyan kir ku pabendî giştînameyê bin, bi aliyên eleqedar re pabend bin, ji ber ku ev giştîmane dikeve çarçoveya parastina ewlehî û îstîqrara herêmê.

