Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên TOLˊê yên girêdayî QSDˊê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li kantona Reqayê li dar xist û çeteyekî DAÎŞˊê girt.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî hêzên me, QSDˊê, bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê ya serkeftî li Meşleb ê bajarê Reqayê li dar xist, di encamê de endamekî rêxistina ˋDAÎŞˊêˊ ya terorîst girt.
Piştî agahiyên îstîxbaratî hatin komkirin, derdora cihê terorîst "Xelef Hisên Îbrahîm El Îd" lê dimîne hat dorpêçekirin, bi wê re hêzên me bêyî tu zirar çêbibin, ew girt, li kêlek wê jî hejmarek çek, mîqdarek hişbir, alavên peywendiyê û belgeyên takakesî hatin dîtin û desterserkirin.
Di lêpirsînên destpêkê de, terorîst li xwe mikur hat ku ew girêdayî şaneya beşa "teqemeniyan" ya girêdayî rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst e, tev li gelek karên terorîst bûye, di çêkirin û çandina mayînan de, ji bo hedefgirtina hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî, dixebitî. Li kêlek wê jî madeyên teqemeniyê li şaneyên rêxistina terorîst belav dikirin.
Hêzên me diyar dikin ku, di çarçoveya hewlên xwe yên têkbirina şaneyên terorîst, xurtkirina ewlehî û aramiyê li herêmên me de, ew di serdegirtina şaneyên rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst de bi rêya operasyonên ewlehî û leşkerî dewam dikin."

