Şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê yên kantona Cizîrê 51 şervanên YPG, YPJ, QSD, endamên Hêzên Asayîşê, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) û gerîlayên azadiyê yên di mehên Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne bi bîr anîn.
Merasîma bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Girkê Legê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlan hat lidarxistin.
Merasîma ku malbatên şehîdan û endamên saziyan jî di nav de bi sedan şêniyên Girgê Legê û Rimêlanê lê hazir bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştra dayikên şehîdan mûm vêxistin û gul danîn ber wêneyên şehîdan. Sînevîzyonek bi wêne û dîmenên şehîdan jî hatin nîşandan.
Di merasîm de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.