Li herêmên Cizîr û Kobanê yên Rojava, seferberiya li dijî çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk dewam dike.
Li başûrê Girkê Legê, Çilaxa û li rojavayê Hesekê liv û tevgera leşkerî ya çeteyan heye.
Li kobanê ya dorpêçkirî jî, li xetên başûr û rojava liv û tevgera çeteyan heye. Ev liv û tevger rîskê zêde dike ku di nava rojê de şer biqewime.
Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê doh careke din agirbest binpê kirin û êriş birin ser bejahiya Til Temirê û gundê Til Lebenê ku li nêzî çiyayê Kezwana yê li rojavayê Hesekê ye.
Xelkê Kobanê û Kantona Cizîrê di çarçoveya seferberiyê de taxên xwe diparêze.

