Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Projeya Yekîtiya Neteweyî silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser milên çiyayê Şengalê: Heybeta Berxwedanê û Keleha Şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama zelal a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re û aştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Garê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Rojava bi hezaran jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Rojava

Li Rojava bi hezaran jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Li Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Girgê Legê, Amûdê û Rimêlanê bi hezaran jinan li Qamişloyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongra Star a bajarê Qamişlo bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîta çareserî û pêkanîna aştiyê ye” ku bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatibû nivîsîn, mitîngek organîze kir. Mitîng li Stadyûma Heysem Kico ya Qamişloyê ya kantona Cizîrê pêk hat. Jinên ji Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Girgê Legê, Amûdê û Rimêlanê beşdarî mîtîngê bûn.

Bi hezaran jin bi coşeke mezin beşdarî mîtîngê bûn û li ber stranan govend gerandin, erbane lêxistin û nîşaneyên serkeftinê bilind kirin.

Mitîngê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Li ser navê Kongra Star, endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan Xalid bixêrhatina jinan kir û li ser navê jinên hazir silav ji Rêber Apo re şandin. Bêrîvan Xalid bal kişand ser berxwedana Rêber Apo û têkoşîna jinan û got: “Beriya 27 salan tevahî cîhanê rûyê xwe reş kir û komployek pêk anîn. Dixwestin me jî bêdeng bikin, lê me bi berxwedana Rêber Ocalan û têkoşîna xwe cîhan hejand. Niha Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin. 27 sal ji bo aştiyê û civakek, demokrat, wekhev bang dikir û pêvajo dida destpêkirin. Lê destên qirêj nedihiştin ev pêvajo bidomin. Îsal dîsa Rêberê me dest bi pêvajoyê kir. Em ê jî weke gelê Rêber Apo vê bangê pêşwazî dikin û destek dikin. Di nava vê bangê de Rêber Apo gelek gav avêtin û Tevgera Azadiyê jî gav avêtin. Yek ji wan jî vekişîna gerîlla ji Tirkiyeyê bû. Lê heta niha dewleta Tirk tu gav neavêtin. Lê bila baş bizanin emê bi israr, vîn a ku me şoreş pê pêk anî, emê li pişt banga Rêber Apo bin. Hertim li qadan bin. Her wiha ji bo em Rêberê xwe ji destê wan derxist hîn zêdetir bi israr bin. Ji bo mafê wî yê rewa mafê hêviyê bidin pêkanînin, emê têbikoşin. Em dîsa daxwaza mafê hêviyê ya Rêber Apo dikin, ji ber kesateyek hêvî daye gelan û jinan mafê wî yê hêviyê heye. Divê azad bibe. Bê Rêber Apo aştî û azadî nayê herêmê û Rojhilata Navîn. Eger gelên Rojhilata Navîn bixwazin azad bijîn, divê xwedî li banga Rêber Apo derkevin. Em careke din bi dengê jina Kurd, Ereb, Siryan azadiya Rêber Apo bang dikin. Divê saziyên navnetewî xwedî li biryarên xwe yên ji bo mafê hêviyê derkevin û mafê. Heta Serokê me azad nebe, em ê hertim li qadan bin.”

Li ser navê jinên Suryan endama Yekitiya Suryan Semîra Hena bi zimanê suryanî daxuyaniyek xwend. Semîra Hena got: “Birêz Ocalan ji gelê Suryan re got ew gelek kevnar ên herêmê ye û xwedî şaristaniyek dewlemend din, stûna bingehîn a projeya jiyana hevbeş in. Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakek demokratîk û li ser bingehê wekheviya gelan projeyek mirovî pêşkêş kir. Bi sedan sale hişmendiya baviksalarî, desthilat jin û civaka Rojhilata Navîn bindest hêlaye û azadiya wan asteng dike. Birêz Ocalan azadiya jinan û civakê mîsoger dike. Azadiya birêz Ocalan bangeke exlaqî û mirovî ye.”

Ji rêveberiya PYD’ê ya Til Hemîsê Bedîa Ebdurehman bi zimanê Erebî daxuyaniyek xwend. Bedîa diyar kir ku îro jin ji bo têkoşîna herî giran hatine gel û wiha domand: “Di bin kavilên tundiyê de Rêber Apo Manîfestoya aştî û demokrasiyê, însyatîfek şoreşgî da destpêkirin. Manîfestoya wî belgeyek mirovahiyê ye. Ji bo avakirina Rojhilata Navîn û parastina rûmeta gel e. Pergalên zilm, dagirkirin û qirkirinê bi rêya projeyek demokratîk hildiweşîne. Bi vê însyatîfê bang li gelên Kurd, Ereb, Siryan, Asûrî kir ku hêza wan di pirrengiya wan de ye, di pêjeşorek demokratîk de ye.”

Piştî axaftin û daxuyaniyan ji Navenda Hîlala Zêrîn a Qamişloyê hunermed Bêrîvan Botan li ser ked û têkoşîna Rêber Apo stran gotin. Bêrîvan Botan keda şehîdan bi bîr anî û strana yekemîn diyarî dayikên şehîdan kir. Piştî çend stranan mîtîng bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji zimanê hevrêyên wî: ‘Armanca wî felsefeya Rêber Apo bi cihanê nasîn bû’
Nûçeya Pişt re Rewşa rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol cidî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên Êlihê li sê taxan dest bi berxwedanê kirin

Ciwanên ku li taxên Yenîmahale, Baglar û Cudî daketin qadan, desteserkirinê vînê protesto kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rozerîn Kurt a ku tehliyeya wê 5 caran hatibû taloqkirin hat berdan

Girtiya bi navê Rozerîn Kurt a ku tehliyeya wê 5 caran hat taloqkirin, serbest hat…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-FED) Perva Înal diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK’ê Projeya Yekîtiya Neteweyî silav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newroz li Garê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Siwêda bi çekên giran hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?