Sêşem, 13 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Em amade ne ku piştgiriya pêvajoyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîl Bayik: Eger careke din bême dinyayê ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Rojava lêgerîna li Yekîtiya Neteweyî ya Kurd
Rojava

Li Rojava lêgerîna li Yekîtiya Neteweyî ya Kurd

Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ku tê payin 20'ê Adarê pêk were, li gel afirandina fikrekî hevpar ê gelê Kurd, ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê jî wê bi gelan re wezîfe û berpirsyariyeke mezin hilgire ser xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Partiyên Kurd ên li Rojava li hev civiyan, ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweyî Ya Kurd gavên girîng avêtin. Beşdaran diyar kirin ku hincetên ENKS’ê heta niha didan pêş ji holê hatine rakirin û işaret bi girîngiya dema dîrokî û xurtbûna wê heyetê kir ku bi rêveberiya demkî ya li Şamê re hevdîtinê bike.

Partiyên Kurd 16’ê Adarê li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û bûyerên siyasî û neteweyî, girîngiya pêkanîna konferansa Kurd li Rojava nîqaş kirin. Di dawiya civînê de jî daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku belgeya siyasî ya ku ji aliyê garantorên diyaloga navbera Kurdan hatiye amadekirin, hate nirxandin.

Ev belgename ji du belgeyên ku ji aliyê Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) û partiyên derveyî her du çarçoveyan ve hatibûn pêşkêşkirin, her wiha ji formuleke ku ji aliyê Encûmena Nîştîmamî ya Kurdî (ENKS) ve hatibû pêşkêşkirin. Di civînê de biryar hate dayîn ku ev belgename ji konferansa ku tê plankirin re were pêşkêşkirin da ku were pejirandin û ev yek wê bibe mizgîniyeke mezin ji bo gelê me di Cejna Newrozê de.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de li ser israra ENKS’ê hat rawestandin ku dixwaze civîneke taybet bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re li dar bixe û ev tişt hat gotin: “Ji ber xîreta me ya di nav partiyên civiyayî de, ji bo gihîştina helwesteke Kurdî ya yekgirtî, em dibînin ku ew dikare civîneke bi vî rengî li dar bixe, ji ber ku her partiyeke me, di nav de PYD’ê, dikare bi her aliyekî re civînekê pêk bîne. Ji vê perspektîfê ve, em erênî nêzîk bûn ku em bigihîjin armanca xwe. Lê em diyar dikin ku ne li şûna xebatên komîteya amadekar a konferasnê ye û ne li şûna her du komîteyên diyalogê di navbera ENKS’ê û PYNK’ê de ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girîngî bi pêkanîna yekrêziya Kurdî di vê qonaxa hestiyar de heye ku Sûriye û tevahî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe.

Di heman demê de di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser peymana di navbera QSD’ê û Şamê de nirxandin hatin kirin.

Di dawiyê de piştgiriya tam û giştî ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû saziyên wê yên sivîl û leşkerî hat dayîn.

Alîkara Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hêvî Mistefa, Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş, Endamê Partiya Pêşverû ya Demokratîk Ferhad Hecî Derwêş û Sekreterê Partiya Demokrat a Sûriye-Kurdistan Ciwan Ebdilkerîm Siko li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn.

KNK’Ê PÊŞENGÎ KIR

Hêvî Mistefa konferansa ku KNK’ê di sedsaliya Peymana Lozanê de lidar xist bi bîr xist û got, “Li vê derê ji bo avakirina yekîtiya neteweyî biryar hate dayin ku li her parçeyî karê ji bo avakirina yekîtiyê bê emşandin. Weke KNK’ê me destpêkê komîteya amadekar ava kir. Di nava vê komîteyê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên jin û ciwanan û malbatên şehîdan hebûn. Di asta amadekariya Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de li Sûriyeyê rejîma Baas hilweşiya. Bi vê pêvajoyê re ji rewşenbîran heta bi partiyên siyasî û partiyên di bin sîwana PYNK’ê de ji bo avakirina yekîtiya Kurd kar hate destpêkirin. Me biryar dan ku înîsiyatîfên van hewldanan hevpar bikin. Lewma jî komîteya amadekar berfireh bû.

HEWLDANÊN DIYALOGA BI ENK’Ê RE

Komîteya amadekar ji bo karibe hemû aliyan tevlî bike bi ENKS’ê re hewl da diyalogê dîne. ENKS negihîşt wê asta biryardanê ku beşdarî konferansê bibe. Ji ber vê yekê jî karên ji bo konferansê hêdî meşiyan, ji ber ku me dixwest hemû partiyên siyasî yên Kurd tevlî bibin. Me nexwest ti aliyekî Kurd li derveyî konferansê bimîne. Konferansa ku tê payin bê lidarxistin, hêviya tevlîbûna ENKS’ê zêde kiriye.”

DIVÊ BI FIKREKÎ HEVPAR BIÇIN ŞAMÊ

Sema Begdaş jî bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurd û anî ziman ku ew di demeke welê de ne ku wê paşeroja gelên Sûriyeyê diyar bike. Sema Begdaş işaret bi leza bûyeran kir û got, “Bi van pêşketinan re rola gelê Kurd ji şoreşê û vir ve li Sûriyeyê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Di nava vê demê de pêşengî ji projeyeke demokratîk a nenavendî re kir û karîbû bi gelên din re jiyaneke hevpar ava bike. Di vê demê de niha paşeroja gelên Sûriyeyê tê nîqaşkirin û Sûriye ji nû ve ava dibe. Di demeke bi vî rengî de gelê Kurd ê ku pêşengî ji şoreşê re kir, girînge bibe yek. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo paşeroja Sûriyeyê û garantîkirina mafên gelan yekîtiya Kurdan dîrokî ye. Gelekî girîng e ku gelê Kurd bi fikrekî hevpar biçe Şamê, mafên xwe û destketiyan biparêze û garantî bike.”

EM Ê BI HEV RE SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN

Sema Begdaş destnîşan kir ku bi yekîtiya neteweyî ya Kurd re wê Sûriye hîn xurt bibe û got, “Em ê bi yekîtiyê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Gelê Kurd bi şoreşê re têkoşîneke mezin meşand. Di nava Kurdan, Ereban, Suryan, Ermen, Asûr û Çerkezan de yekîtî ava kir. Ev proje ji bo paşeroja Sûriyeyê çareserî ye, modeleke. Lewma gelê Kurd di paşeroja nû ya Sûriyeyê de divê bi ruhê yekîtiyê tevbigere. Bêguman yekîtiya Kurd wê bandorê li gelên din jî bike.”

Sema Begdaş destnîşan kir ku ji bo yekîtiya Kurd li Rojava pêk bîne hewldanên wan wê dewam bikin.

PIŞTÎ KONFERANSÊ KOMÎTEYEKE HEVPAR

Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû Ferhad Hecî Derwêş jî li ser asta amadekariyên konferansê got, “Karê me yê sereke ew e ku hemû aliyên siyasî, tevgerên jin û ciwanan di konferansê de bêne temsîlkirin. Rojeva me ya esasî ya vê konferansê jî rê û rêbazên avakirina paşeroja Sûriyeyê, parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeya nû û afirandina fikrekî hevpar. Piştî vê konferansê wê komîteyeke hevpar a ji hemû temsîliyetan bê avakirin û hevdîtin bi hikumeta Şamê re bê kirin. Weke Partiya Demokrat a Pêşverû em ji roja destpêkê ve alîgirê konferansa diyalogê ne. Ji ber nêzîkatiya ENKS’ê me hetan iha nekarî konferansa yekîtiya neteeyî pêk bînin. Armanca me ew e ku ti partiyên Kurd li derveyî konferansê nemîne, lê belê ENKS’ê heta niha biryar wernegirtiye ku tevlî konferansê bibe yan na. Em dixwazin ENKS beşdarî konferasnê bibe û li pêşiya tevlîbûna wê ti astengî nîne. Em hevîdar in ku tevlî konferansê bibin. Girîng e ku gelê Kurd bibe xwedî fikrekî hevpar. Bi vî rengî bi nêrîn û biryareke hevpar em ê li Şamê hevdîtinan bikin. Kurd bi rengekî parçebûyî biçe Şamê bi kêrî Kurdan nayê. Bi temsîliyetekê çûyîna Şamê wê gelê Kurd xurt bike.”

KONFERANS DIKARE 20’Ê ADARÊ PÊK WERE

Sekreterê Partiya Demokrat a Sûriye-Kurdistan Ciwan Ebdulkerîm Siko ragihand ku di pêkanîna yekîtiya Kurd de derengbûyîn heye û got, “Ji bo parastina destketiyên gelê Kurd divê teqez yekîtî pêk were. Ji bo yekîtiyê jî hewldan hate kirin. Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ji bo beriya Newrozê di 20’ê Adarê de pêk were em hewl didin. Bi ruhê yekîtiya Kurd em dixwazin Cejna Newrozê pêşwazî bikin.”

HINCET JI HOLÊ HATIN RAKIRIN

Ciwan Ebdulkerîm Siko diyar kir ku ji bo pêkhatiya yekîtiya Kurd gelekî hewl hate dayin û got, “ENKS’ê dixwest yekser bi PYD’ê re civînê pêk bîne. Tiştekî asayî ye ku her partiyeke siyasî bi hev re hevdîtinê bike. Komîteya amadekar a ji nûnerên hemû partiyên siyasî yên Kurd diyar kir ku mafê hemû partiyan e ku bi hev re civînê bikin. Bi vî rengî hinceteke ENKS’ê ji holê hate rakirin.”

DI PAŞEROJA SÛRIYEYÊ DE WÊ WEZÎFEYEKE MEZIN HILDE SER XWE

Ciwan Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku konferans wê di avakirina Sûriyeyê de wezîfe û berpirsyariyên girîng hilde ser milê xwe û got, “Konferans wê bibe gaveke mezin. Konferans wê bibe garantiya Sûriyeya ewle û aram. Bi konferansê re wê mafên gelê Kurd garantî bibin. Her wiha wê bi yekîtiya Kurdan re yekîtiya gelan jî xurt bibe. Di nava şert û mercên asayî de konferans wê 15’ê Çileyê pêk bihata, lê em hêvî dikin di 20’ê Adarê de pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gaziya şer: Divê dawî li komkujiyan were
Nûçeya Pişt re Newroz wê li 7 navendên kantona Cizîrê bê pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêwîtiya ber bi herêma berxwedanê ya Sergelê

Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê Çekdar Goyî bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got, “Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, sade û…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Em komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin!

KCK’ê komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û got: "Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Divê Hatim Abu Şeqra bê darizandin ne erkdarkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kobanê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Desthilatdariya pênc meha a HTŞ’ê ya li Sûriyeyê: Zilm, komkujî û zext

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hozan Mizgîn li Reqayê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?