Şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê ku di 28’ê Sibatê de destpê kir, her diçe berfirehtir û dijwartir dibe. Li gel berdewambûna şer, zext û gefên rejîma Îranê yên li ser welatiyan jî berdewamin. Hate ragihandin ku çarenûsa du welatiyên Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, nediyare.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di 26’ê Adarê de, Kiyanûş Adilpûr ê 35 salî li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve bi bikaranîna tundiyê û bêyî fermana dadger hate binçavkirin û ber bi cihêkî ne diyar ve hate birin.
Hatiye diyarkirin ku hêzên îdareya Îstîxbaratê ligel serde girtin û lêgerîna tund a bi ser malê, telefonên hevjîn û zarokên Kiyanûş Adilpûr jî desteser kirine û bi xwe re birine.
Tora Mafê Mirovan da zanîn di 27’ê Adarê de jî, hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê li bajarê Mihabadê bi ser mala welatiyê bi navê Şiwane Elîzade yê 37 salî de girtine. Hêzên Îstîxbaratê bi bikaranîna tundiyê û bêyî fermana dadger mal lêgerîn kirine û Şiwane Elîzade binçav kirine.
Li gorî amarên Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ji destpêka şerê navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê ve heta niha zêdetirî 10 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin. Ev pêla girtin û binçavkirinê di demekê de ye ku navend û baregehên hêzên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve têne bombebarankirin.

