Çarşem, 10 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê mafê hêviyê yê Birêz Ocalan bê naskirin û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li Qudsê Tugeya El Qessam girt ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Abdullah Ocalan wê peyamên girîng bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    EUTCC’ê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Em ê armanc û hesreta Emîne Erciyes pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedana karkerên ku ji aliyê qeyûmê Wanê ve ji kar hatin derxistin di roja 41’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bestayê kursiya axaftina azad: Em rê nadin talana xwezayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê wê serdana Rêber Apo bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ambargoya li ser Mexmûrê dewam dike: 10 karker hîn binçavkirî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zana Farqînî: Ji bo aştiyê divê gavên pratîkî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Egeyê di 6 mehan de 233 caran mafê jinan hate binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 8 mehan de li Başûrê Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan sembola xeta welatparêziya Kurdistanê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin di pêvajoya aştiyê de divê bibin xwedî gotin, ne bibin temaşevan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinnews: Di meha Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    1,500 sînemageran banga boykotkirina saziyên Îsraîlê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan li Dusseldorfê derkete ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan piştî 7 salan konserê dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Rojhilat û Îranê tundiya li dijî jinê û cezayên darvekirinê zêde dibin
Jin

Li Rojhilat û Îranê tundiya li dijî jinê û cezayên darvekirinê zêde dibin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tundiya li dijî jinê, qanûnên nixumandina ji neçarî, zext, girtinên kêfî û cezayên darvekirinê zêde dibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Komara Îslamê ya Îranê di sala 2025’an de jî binpêkirinên mafên mirovan ên bi rêk û pêk ên li hemberî jinan dewam kir. Bi taybetî jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hem ji ber nasnameya xwe ya etnîkî hem jî ji ber rola xwe ya zayendî ya civakî du caran li cihêkariyê rast hatin.

Polîtîkayên rejîma Îranê yên ji bo kontrolkirina jinan bi qanûnên nixumandina ji neçarî, girtina bi hêfî, êşkence, lêdana qemçiyan û cezayên darvekirinê xwe nîşan dan. Di sala 2025’an de li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê me binpêkirinên li hemberî jinan bi berfireh nîşan dan û bi vî rengî zilma bi rêk û pêk a dewleta Îranê raxistin pêş çavan.

QANÛNÊN NIXUMANDINA JI NEÇARÎ Û TUNDIYA LI HEMBERÎ JINAN

Li Îranê qanûnên nixumandina ji neçarî di sala 2025’an de jî mafên bingehîn ên jin û zarokên keç bi rêk û pêk binpê kirin. Van qanûnan ne tenê jin her wiha zarokên keç ên 7 salî jî kir hedef û mafên azadiya bawerî, ol û azadiya îfadeyê binpê kir.

Li gorî raporên 2025’an ên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî van qanûnan jin û zarokên keç gelekî êşandin, di asta êşkenceyê de kiryarên xerab li wan kir. Mînak;

Adara 2025’an li bajarê Kirmanşa yê Îranê Aysû Rahîmî ya heft salî ji ber ku di dema çûyîna dibistanê de nexwest serê xwe binixumîne, rêveberiya girtîgehê ew ceza kir. Hefteyekê nehiştin Aysû Rahîmî biçe dibistanê û ji malbata wê re nivîseke hişyariyê ‘ji bo perwerdeya exlaqî ya zarok’ hate şandin.

Dayika Aysû Rahîmî Şîlan Rahîmî bi hinceta ku ev rewş rexne kiriye di 15’ê Adara 2025’an de bi sûcdariya ‘propaganda li dijî rejîmê kiriye’ hate binçavkirin. Di dema binçavkirinê de zexta psîkolojîk lê hate kirin û zext lê hate kirin ku dîmenê ‘mikurhatinê’ bikişîne.

Şîlan Rahîmî piştî 10 rojan bi kefaletê hate berdan, lê belê ji bo Aysû Rahîmî karibe li dibistanê vegere şertê nixumandina serî hate ferzkirin.

LI HEMBERÎ XWENDEKARA ZANÎNGEHÊ LEYLA HOSSEINI TUNDIYA ‘POLÎSÊN EXLAQÊ’

Gulana 2025’an li Zanîngeha Tehranê xwendekara sosyolojiyê Leyla Hosseini ya 22 salî li ber deriyê kampusê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hate rawestandin. Destmala li serê Leyla Hosseini ji aliyê polîsan ve bi hinceta ‘Ne li gorî pîvanên Îslamî ye’ weke pirsgirêk hate dîtin; destmala wê beşek ji porê wê nenixumandibû û gelekî rengîn bû.

‘Polîsên exlaqê’ bi zorê Leyla Hosseini li mînîbusekê siwar kirin û birin navendeke binçavkirinê ya li Tehranê. Leyla Hosseini çar saetan ragirtî hate hiştin û tundiya fîzîkî lê hate kirin. Li gorî gotinên Leyla Hosseini polîseke jin sîle lê xist, porê wê kişand û ew avêt erdê. Bi gotina ‘Yên weke te bêexlaqiyê belav dikin’ heqaret li Leyla Hosseini kirin.

Li Leyla Hosseini cezayê pereyan ê bi 500 hezar tumenî (Nêzî 10 dolar) hate birîn û gef lê hate xwarin ku eger careke din ‘Li gorî pîvanan tevnegere’ wê bê girtin.

TUNDIYA LI DIJÎ JINÊN TEVLÎ KAMPANYA ‘ÇARŞEMBÊN SPÎ’ BÛN

Li Îranê ji sala 2010’an ve kampanya ‘Çarşembeyên Spî’ dewam dike û weke tevgereke bêîteatiya sivîl a li hemberî qanûnên nixumandina jinan a ji neçarî tê dîtin. Jin her Çarşembê kincên spî li xwe dikin, yan jî wêneyên xwe yên bêyî serînixumandinê li medya dîjîtal parve dikin û bi vî rengî van qanûnan şermezar dikin.

Di Nîsana 2025’an de li Şîrazê mamosteya 30 salî Azadeh Mohammadi tevlî kampanya ‘Çarşembeyên Spî’ bû û dîmenê xwe yê bêyî serînixumandinê weşand. Di dîmen de Azadeh Mohammadi got, ‘Ev bedena min e, biryara min e’ li ber qanûna nixumandina ji neçarî rabû.

Di demeke kurt d bi hezaran kesî li vî dîmenî temaşe kir û piştgirî da. Lê belê 5’ê Nîsana 2025’an bi serdegirtina mala wê Azadeh Mohammadi hate binçavkirin. Wezîfedarên Wezareta Îxtîxbaratê bi îdîaya ‘xerakirina exlaqê cemaweriyê’ û ‘propaganda li dijî rejîmê’ Azadeh Mohammedi girtin.

Di dema binçavkirinê de tundiya fîzîkî û psîkolojîk lê hate kirin, milekî wê hate şikandin, wezîfedaran bi porê wê girtin û ew avêtin erdê.

Azadeh Mohammedi 10 rojan li Şîrazê binçavkirî ma û mafên wê yên parêzeran hate astengkirin, telefonên gefxwarinê ji malbata wê re hatin. Cezayê lêdana qemçiyan a 50 carî û salekê cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî bicihanîna cezayê lêdana qemçiyan ew şandin Girtîgeha Adelabad a li Şîrazê. Di nava şert û mercên girtîgehê de tenduristiya Azadeh Mohammadi nebaş bû, milê wê yê şikestî nehate dermankirin û enfeksiyoneke cidî pê re çêbû.

DESTWERDANA TUND A LI ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINA NIXUMANDINÊ

Destpêka sala 2025’an bi taybetî beriya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rayedarên Îranî gef li jinan xwarin ku li hev kom nebin û bi vî rengî asteng bikin. Di dîmenekî de hate dîtin ku polîsên exlaqê li jineke serî nenixumandî dixin, lê belê jinên li derdorê dest li polîs werdidin û piştgiriyê nîşanî jinê didin. Ev bûyer bû mînakeke têkoşînê ya jinan a il hemberî tundiya dewletê û zexta civakî.

ZEXTA LI HEMBERÎ AKTÎVÎST Û STRANBÊJÊN JIN

Di Sibata 2025’an de stranbêja Kurd a 29 salî û aktîvîsta mafên jinan Şîrîn Bahramî li ser platforma dîjîtal stranek têkildarî şermezarkirinê weşand. Di stranê de qanûnên nixumandina ji neçarî hate rexnekirin, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ da pêş û bal kişand ser têkoşîna azadiya jinan.

Şîrîn Bahramî bêyî ku serê xwe binixumîne stran got û di klîbê de cih da sehneyên têkildarî zextên rejîmê yên li hemberî jinan. Di demeke kurt de bi hezarna kesî li klîbê temaşe kir. Strana Şîrîn bala ‘Dewriyeyên Îrşad’ kişand ku weke ‘Polîsên Exlaqê’ têne naskirin.

Di 7’ê Sibata 2025’an de Şîrîn Bahramî li mala xwe ya li Tehranê hate binçavkirin û bi îdîaya ‘propaganda li dijî rejîmê’ û ‘heqareta li Îslamê’ hate girtin. Her wiha zext li malbata Şîrîn hate kirin û gef li wan hate xwarin.

Şîrîn Bahramî li Girtîgeha Evîn a li Tehranê 10 rojan li hucreyê hate hiştin, zexta psîkolojîk û fîzîkî lê hate kirin. Ji bo dîmenê ‘mikurhatinê’ bikişîne zext lê hate kirin, lê Şîrîn Bahramî li hemberî vê zextê li ber xwe da.

Di dawiyê de jî cezayê lêdana qemçiyan a 74 caran, salek cezayê girtîgehê lê hate birîn û bikaranîna medya dîjîtal bi rengekî bêdawî lê hate qedexekirin.

Şîrîn Bahramî li Girtîgeha Evînê ragirtî ye û ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû.

Di heman demê de li Îranê hesabên medya dîjîtal ên 15 jin ên rojnamevan û aktîvîst hatin girtin, sê stranbêjên jin jî bi sûcdariya ‘afirandina naveroka bê exlaq’ hatin binçavkirin.

LI ROJHJILATÊ KURDISTANÊ ZEXTÊN LI HEMBERÎ AKTÎVÎSTÊN JIN ÊN KURD

Jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê jî hem ji ber nasnameya xwe ya etnîkî hem jî ji ber parêzvaniya xwe ya mafên jinan bûn hedefa rejîma Îranê. Di sala 2025’an de li hemberî aktîvîstên jin ên li herêmê girtinên kêfî, êşkence û cezayên îdamê bê navber dewam kirin.

GIRTINÊN KÊFÎ Û ÊŞKENCE

Li gorî rapora 2025’an a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çar jinên Kurd ên tevlî Roja Jinan a Kedkar a Cîhanê bûn aktîvîstên mafên jinên Kurd Leila Pashaei, Baran Saedi, Sohaila Motaei û Souma Mohammadrezaei hatin girtin. Ev jin li Sine li navendeke binçavkirinê hatin ragirtin û mafê wan ê parêzeran hate binpêkirin, bêyî parêzeran lêpirsîna wan hate kirin.

Baran Saedi beriya niha sala 2022’an di dema çalakiyên şermezarkirinê yên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin û bi kefaletê hatibû berdan.

Sohaila Motaei jî Çileya 2025’an ji ber ku cezayên darvekirinê yên li mehkûmên jin hatine birîn şermezar kir demeke kurt hate girtin, piştre bi sûcdariya ‘propaganda li dijî sîstemê’ pênc sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

CEZAYÊN DARVEKIRINÊ Û GREVÊN GIŞTÎ

Di sala 2025’an de rejîma Îranê bê navber cezayê darvekirinê li aktîvîstên jin ên Kurd birî. Du aktîvîstên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bi îdîayên bê bingeh ên weke ‘Propaganda li dijî rejîmê’ û ‘Şerê li hemberî dewletê’ bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Ev ceza li Rojhilatê Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke mezin.

Di 22’ê Çileya 2025’an de li Rojhilatê Kurdistanê greveke giştî hate lidarxistin. Xelkê Herêmê li hemberî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hate birîn daket qadan.

Mehkûmên jin ên li Girtîgeha Lakan a li Reştê jî 17’ê Çileya 2025’an bang kirin û ji civaka navneteweyî xwestin ku van îdaman rawestîne.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî zextên rejîma Îranê yên li hemberî Werîşe Mûradî, Zeynep Celaliyan û Nergîs Mûhammedî şermezar kir.

Di 9’ê Adara 2025’an de jî bi dehan rêxistinên mafên mirovan ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mûhammedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn, kampanya dan destpêkirin.

ZEXTA LI SER ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ

Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, di sala 2025’an de jî bûn platformeke ji bilêvkirina daxwazên azadiyê yên jinan. Lê belê rejîmê bi sûcdariya ‘propagandaya li hemberî dewletê’ jinên tevlî çalakiyan bûn kir hedef. Mînak, cezayê girtîgehê yê li Sohaila Motaei hate birîn yek ji nîşaneyeke zextên rejîmê bû ku sala 2025’an jî dewam kir.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN JIN

Rojnamevanên jin ên li ser qetilkirina Jîna Emînî nûçe çêkirin û ji raya giştî re ragihandin bûn hedefa rejîmê. Di sala 2025’an de bang li gelek ji van rojnamevanan hate kirin ku lêpirsîna wan bê kirin, hesabên wan ên medya dîjîtal hate girtin û li hinek ji wan cezayê girtîgehê hate birîn.

Di rapora 2017’an a Forûma Aboriyê ya Cîhanê de Îran ji aliyê wekheviya zayendî ve di nava 144 welatan de di rêza 140’î de bû. Di sala 2025’an de jî ev rewş baş nebû, berevajî vê yekê hîn nebaş bû.

NERAZÎBÛNA NAVNETEWEYÎ Û HELWESTA ÎRANÊ

Binpêkirina mafên mirovan a rejîma Îranê ya li hemberî jinan di rojeva civaka navneteweyî de bû. Lê belê rejîmê guh neda van nerazîbûnan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku rayedarên Îranê bi rengekî kêfî aktîvîstên mafên jinan digirin, cezayên lêdana qemçiyan û darvekirinê li wan dibirin. Rêxistinê bang li Îranê kir ku dawî li van polîtîkayan bîne û qanûnên nixumandina ji neçarî rakin.

Rejîma Îranê li gel nerazîbûnên navneteweyî jî polîtîkayên xwe neguhert. Berevajî, zextên li hemberî jinan di sala 2025’an de zêde kir.

BERXWEDANA JINAN Û HÊVÎ

Li gel van zextan hemûyan jî jinên Îranî û Rojhilatî di sala 2025’an de berxwedana xwe dewam kirin. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîn jî sembola têkoşîna azadiya jinan e. Grevên giştî yên li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên şermezarkirinê û kampanyayên navneteweyî nîşaneyên wê yekê ne kku jin hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara kesên di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an
Nûçeya Pişt re ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê jin civakîbûna pêvajoyê ji xwe re bikin esas’

Endama Akademiya Jineolojiyê Ronahî Malatya got, ji bo banga Rêber Apo pêk were divê jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çelê qeza: Ji ber mudaxeleya dereng kesek jiyana xwe ji dest da

Duh bi şev li ser rêya di navbera Colemêrg û navçeya wê Çelê de qeza…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 3 caran bi balafirên şer, 866 caran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Londonê wê ‘Bîranîna Jîna Emînî û Hevdîtina Jinan’ bê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo şehîd Lewend merasîma girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Egeyê di 6 mehan de 233 caran mafê jinan hate binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?