Li Rojhilatê Kurdistanê di rojên dawî de binçavkirinên keyfî zêde bûne. Li bajarê Mehabadê ciwanê bi navê Muhammed Mustafa yê 24 salî di 7’ê Kanûnê de bê biryara dadgehê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û ew birin cihekî nediyar. Roja beriya wê jî li bajêr ciwanê bi navê Aram Cemşîdun jî bi heman rengî hatibû binçavkirin.
Li bajarê Bûkanê jî di 4’ê Kanûnê de wênekêş û kameramanê herêmî Umît Badî li cihê kar hatibû binçavkirin. Heta niha jî malbata wî sedema binçavkirin û cihê ku birine nizane.
Li bajarê Serdeştê rojnamevanê Kurd Omer Ahmed ê bi navê ‘Resûkê’ tê naskirin, dema ku festîvala ‘Beyt û Heyran’ dişopand, ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve tevî koma medyayê hat binçavkirin û piştî lêpirsînê sewqî Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê hat kirin. Ahmed, ji bo festîvalê berê bi rengekî fermî serî li Midûriye Îstîxbaratê dabû û destûra pêwîst wergirtibû.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, tevî hewldanên navbeynkariyê yên Waliyê Serdeştê jî hêzên ewlehiyê berdana vê komê red dike. Omer Ahmed ê ku bi salan e li ser jiyan û çanda gelê Kurd nûçeyan amade dike, di nava civaka Kurd de tê hezkirin û naskirin.
Van binçavkirinan fikarên li ser zextên ewlehiyê û sînordarkirina azadiyan li Rojhilatê Kurdistanê zêde kirine.

