Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dewletê Xinhuayê, Bagera Pulasanê şeva Pêncşemê li bejahiyê xist û herî kêm leza bayê di saetê de derket 83 km’yî. Li gorî ajansa dewletê nêzî 112 hezar kes ji herêmê hatine derxistin. Hin seferên veguhastinê yên weke ferîbot û trenan hatine rawestandin.
Têkildarê windahî û ziyanên mezin de ti agahî nehatin parvekirin. Lê di dîmenên ku li ser medyaya dîjîtalê tê parvekirin de, tê dîtin ku kolan û wesayît di binê avê de mane.
Bagera “Pulasan” çend rojan piştî Bebinca rû da ku bahoza herî dijwar a ji sala 1949’an vir ve li bajêr xistiye, roja Duşemê rê li ber zerareke mezin vekiribû.
Bahoza Bebinca bû sedem ku zêdeyî hezar û 800 dar ji kokê rabe û elektrîka 30 hezar malan qût bû. Rayedaran beriya bahozê li Şanghayê 414 hezar kes tehliye kiribû.