Girseya gel gorên ji peşengên Tevgera Apoyî şehîd Alî Haydar Kaytan, şehîd Riza Altûn, şehîd Kasim Engîn û cangoriyên di demên cuda yên têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, ziyaret kir.
Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser gorên şehîdan find hate vêxistin.
Di merasîmê de ji Kampa Mexmûrê Dayika Emîne bi vî rengî axivî:
“Cejna Newrozê û cejna Remezanê li Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê, gerîlayên azadiyê û dayikên şehîdan pîroz dikim.”
Dayika Emîne axaftina xwe bi dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyan bi dawî kir.

