Xelkê Şengalê ji bo pîştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê her roj di nava çalakiyan deye. Îro şêniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir zarok, jin, ciwan kal û pîr hemû bi hev re, li ber pêykerê Ş. Xeyrî kombûn û çalakiya pîştgiriya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê lidarxistin.
Çalakvana, li ber pêykerê Ş. Xeyrî agir pêxistin, wenêyên şehîdên Helebê ku dema êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Suriyeyê de şehîd bûbûn, pankart û dovîzên li ser pîştgirî û dilsoziya bi gelê Rojavayê Kurdistanê hatibûn nivisandin hatin hildan.
Kesên tevlî çalakiyê bûn diûuşmeya ‘Biji Berxwedana Rojava’ qîriyan. Çalakiya şeniyên komelgeha Siba Şêx Xidir du seat berdewam kir.

