Ji bo gerîlayên Ereb Delîl Şengal (Abdulrezak Turkî), Azad Zîlan (Cuma Îbrahîm) û Şêrhat Zeko (Rakan Muhammed) ku di dîrokên cûda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê wekî şehîd hatine îlankirin, li gundê Bobî yê li ser sînorê Şingalê merasîma sersaxî û bîranînê hat lidarxistin. Bi dehan kes li ber mala Şehîd Delîl Şengal ku konê sersaxiyê lê hatiye danîn, bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Paşê, li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zekî Şengalî axivî û diyar kir ku dema DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir, armanca wê ew bû ku di navbera pêkhateyên Şengalê de fitneyê derxe û aştiya wan Xirab bike. Şengalî got; “Lêbelê, bi dehan ciwanên ji pêkhateyên cuda yên Şengalê, bi ramana Rêber Apo, tevlî nav refên YBŞ’ê bûn û ev plan têk birin. Şehîdbûna van hevalan, dilsoziya wan a ji bo jiyana bi hev re nîşan dide. Zekî Şengalî soz da ku ew ê xewn û xeyala şehîdan a ji bo Şengaleke xweser pêk bînin.”
Her wiha li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), Şayan Ereb sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurdistanê deriyê xwe ji bo her kesî, bêyî cudahiya pêkhate û olê, vekiriye da ku ji bo mafên xwe têbikoşin. Şayan Ereb got; “Ev tevger ji bo gelan bûye hêvî, lewma ne tenê Ereb an Êzidî, lê ji hemû pêkhateyan ciwan tevlî refên gerîla bûn û ji bo yekîtiya gelan têkoşîn meşandin.”
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Polot Ereb di şexsê 5 gerîlayên şehîd de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bibîr anî û got: “Gelê Şengalê îro bi hev re li ser axa xwe dijî, ev berhema xwîna şehîdane. Ger ciwanên me ji hemû pêkhateyan destên xwe nedana hev û li dijî dijmin şer nekiribûna, tu kesekî ji pêkhateyên Şengalê nedikarî li ser axa xwe vegeriya. Lazime em hemû li keda şehîdan xwedî derkevin û heta dawiyê li ser riya wan bimeşin.”
Di dawiya merasîmê de, bawernameyên şehîdbûnê yên gerîlayan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. Malbatên şehîdan spasiya hemû gelê herêmê kirin ku di van kêliyan de bi wan re bûn û li bîranîna şehîdan xwedî derketin. Malbatên şehîdan dan zanîn ku ew bi şehîdbûna zarokên xwe serbilindin.
Merasîm bi nîşandana sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîdan û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.