Li Şengalê di salvegera 26’an a komploya 9’ê Cotmehê de li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek hate lidarxistin. Komxebata ku bi sernavê “Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan” pêk tê, ji kesayetên Êzidî, Ereb û Tirkmen 60 kes beşdar bûn. Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di komxebatê de qala rola peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Ji aliyê Endamê Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê Hemo Şengalî ve semîner hate dayîn û nîqaş û nirxandin hatin kirin.
Hemo di serî de behsa peymana li ser Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got: “NY’ê, bi navê aramî û ewlehiya Şengalê berpirsyariya vê peymanê girt ser xwe, lê êrişên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî di nav salên borî de her ku çû girantir bû.
Hemû peyman, lihevkirin û planên li dijî Kurdistanê û Êzîdxanê girêdayî Peymana Lozanê hatine mohrkirin. Peymana Sadabadê ya sala 1937’an, Peymana Bexdayê ya sala 1955’an, Peymana Cezayîrê ya sala 1975’an, Peymana Edeneyê ya 1998’an, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’an… Bi cewherî, çavkaniya van hemû peymanên li dijî hebûn û azadiya gelên herêmê, Peymana Lozanê û sîstema wê ya qirkirinê ye.”
‘PEYMAN 1’Ê COTMEHÊ HATE MOHRKIRIN, 9’Ê COTMEHÊ HATE RAGIHANDIN’
Hemo Şengalî ev tişt jî got: “Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera PDK û hikumeta Kazimî de hate mohrkirin. Her çiqas du aliyên fermî yên vê peymanê xuya bikin jî, dewleta Tirk a dagirker hêza esasî ya li pişt vê peymanê bû. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê zext li Iraqê kiribû û ev peyman di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyî ya Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert de hate amadekirin û mohrkirin. Ji xwe, piştî ragihandina vê peymanê bo raya giştî, dewleta Tirk û Emerîkayê ev lihevkirine yekser pêşwazî kirin.
Peyman, di 1’ê Cotmeha 2020’an de hatibû mohrkirin lê di salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji raya giştî re hate ragihandin. Ji ber wê ye wekî Peymana 9’ê Cotmehê tê binavkirin. Peyama Emerîka, dewleta Tirk û PDK’ê zelal bû: ‘Ev peyman, berdewama komploya navnetewî ye û komployeke nû ya li ser civaka Êzidî û Şengalê ye’. Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku bi dîlgirtina fîzîkî bi encam bûbû, niha li dijî paradîgma û sîstema ku li ser fikrê Rêbertî hatiye sazkirin bi komplo, êrîş û peymanên nû berdewam dikin. Piştî komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an, dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê êrîşêke dagirkeriyê da destpêkirin, salek piştî wê di heman dîrokê de li dijî Sîstema Demokratîk a Êzidxanê ya li ser heman fikrî hatiye avakirin, peymanek hate îmzekirin. Yanî hêzên ku rê li ber komploya navneteweyî vekirin, vê carê jî li ser planeke qirêj a li dijî destkeftiyên civaka Êzidî, li hev kirin.”
‘NY BI ROLA SEREKE RABÛ DI VÊ PEYMANÊ DE’
Hemo da xuyakirin ku di bin berpirsyariya NY’ê de êrîşên qirkirinê tên meşandin û got: “Di Peymana 9’ê Cotmehê de navê du kesan hatiye nivisîn, li ser navê hikumeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Karên Hindir Rêber Ehmed, li ser navê Iraqê jî Cîgirê Serokê Emin Wetenî Hemîd Reşîd Faleh. Bê guman, Nûnera Taybet ya Netewên Yekbûyî (NY) a Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert jî di mohrkirina peymanê de amade bû. Tişta balkêş, NY bi navê ‘Mîsyona Îstikrar û Ji nû ve Avabûnê’ berpirsyariya siyasî ya vê peymanê da ser milê xwe. Yanî NY, bi îdîaya ku wê li Şengalê aramî, îstikrar û ji nû ve avabûnê pêş bixe piştgiriya vê peymanê kir. Lê encama salan a vê peymanê, êrîşên ku li ser Şengalê yên di vê demê de hatine kirin têne zanîn. NY, xwe xist bin berpirsyariyeke wisa ku hemû êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê veşêre an jî nerm bike. Ji ber vê, NY ji êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê di asta yekem de berpirsyar e. Ji xwe Plasscheart 3 sal in ku bi derd û kulê Şengalê radize û pê re radibe! Bê guman derdê Plasschaert ne civaka Êzidî, lê belê serweriya PDK’ê ya li Şengalê ye.”
‘BI ZIMANÊ SIYASETÊ FERMANEKE NÛ LI ÊZIDIYAN HATE FERZKIRIN’
Hemo axaftina xwe wiha domand: “Civaka Êzidî, ji roja destpêkê ve li dijî vê peymanê derket û ev peyman wekî ‘Fermana Yasayî’ binav kir. Civaka Êzidî bi vê tarîfa xwe rastiya peymanê raxistibû ber çavan. Civaka Êzidî dît ku di pişt xalên vê peymanê de ku bi zimanê ‘siyasetê’ hatibû amadekirin, fermaneneke nû heye. Bi cewherî Peymana 9’ê Cotmehê piştî fermana bi destê DAÎŞ’ê, vê carê jî di bin berpirsyariya NY’ê de ‘Fermana Spî’ li civaka Êzidî hate ferz kirin. Ji bo naveroka vê peymanê û armanca wê baştir bizanin, pêwîstî bi çavek li xal û hurdekariyên vê peymanê gerandin heye.
Çima peymana 9 cotmehê? Destpekê em hinekê dîroka PDK’ê ya li Şengalê binirxînin, di sala 2003’yan de PDK li Şengalê serwer bû. Piştî 2003 di sala 2005 mada 140’emîn hate çêkirin.
Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140’emîn, deverên nakok wek wan deverên ku hatine erebkirin û sînorên wan di navbera 17’ê Tîrmeha 1968’an û 9’ê Nîsana 2003’yan de hatine guhertin, pênase dike.
Komîteya Cîbicîkirina madeya 140’emîn a destûra Komara Iraqê navçeyên nakok li gor peywendiya wan diyar dike. Hikûmeta Kurdistanê daxwaz dike ku çend deverên cuda yên bi nasnameya Suryanî, Xirîstiyanî, Kurdistanî û Şabak Ezîdî Arab, taybet û patronê li Deşta Nînowayê, ji navçeyên Şêxan, Hemdaniyê û Telkef were girêdan, ji bilî devera hebûna Êzidiyan a li bajarê Şengalê ku di nav jîngeheke Ereban de ye, ji bilî Zemar li navçeya Telaferê û navçeya Kahtaniye ya navçeya El-Baac. Ew dem hikumeta herêma Kurdistanê Reveberiya Şengal xistibu bin kontrola xwe û parastina Şengal û gundên derdorê jî kiribû wezîfeya xwe. Pêşmergeyên PDK’ê parastina sinorên Şengal dikirin. Û ewlehiya hundirîn jî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve dihat kirin. Di sala 2007’an de Heyva Sor a Iraqê texmîn kir ku barhilgirên kamyonên madeyên teqemenî û bombeyan 796 kes kuştine û 1,562 kesên din birîndar kirine. Ku piştî ketina hêzên Emerîkî ev êrîşa herî kujer a li Iraqê ye. Piştî êrîşên 11’ê Îlonê di warê hejmara kuştiyan de ev duyemîn êrîşa herî mezine ku li cîhanê, pêk tê.
Ev di dema serweriya hikûmeta herêma Kurdistan de bû. Ev êrîşa ku li ser Til-Ezer hatiye kirin, Tandîm Alqayîda berpirsyariya wê girt ser xwe. Bes ew trele yên derbasî Sîba Şêx Xidir û Til-Ezer bun li ber seytereya Pêşmergeyan re derbas bûn û wisa xwe di nava wan kesan de teqandin. Ev dide nîşandan ku ew ji vêya berpirsyar in. Ev derbas bu, Êzidîyan edî dîsa baweriya xwe dan PDK’ê û dîsa bi wan re ketin têkiliyan, piştgirî dan wan. Bes wan çawa xwe dan nasîn. PDK di dîroka xwe de bi giştî xiyanet li Kurdan kiriye u her li dijî berjewendiyên Kurdan kar kiriye. Li Şengal 12.000 pêşmerge hebûn. Lê dema di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşa çeteyen DAÎŞ’ê li ser Şengalê çêbû, ew 12.000 pêşmerge ji Şengal reviyan. Ev hatibû plankirin Şengal ji hêla hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hat firotin. Ji ber reva pêşmergeyan nêzî 13.000 Êzîdî tên girtin, kuştin, tecawizkirin, keç û jin li bazaran tên firotin. Bi sedan gorên komî hatin çêkirin, bi hezaran keçên Êzîdî li bazaran heta niha jî tên firotin û çarenûsa wan nayê zanîn. Ev hemû di bin berpirsyariya PDK’ê de ye. Bi pêşmergeyên Roj êrîşî Xanesor kirin, di vê êrîşê de Rojnamevan Nujiyan Erhan û ŞAmed û heşt kesen din şehîd ketin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest vegere Şengalê, lê ji ber rastiya wan hat fêmkirin, nekarî. Gel êdî mirovên bênamus qebul nake, mala Barzanî ewqas benamustî kirin, êdî mirov nizane çawa bîne ziman. Bi lîstokên xwe yen qirêj dixwazin civaka Êzidî li dijî hev rakin. PDK û MÎT a Tirk li ser ciwanan rebazên şere taybet dide meşandin û wan ciwanan dike dijminê koka wan.
‘Armancên Peymana 1998’an û ya 2020’an yekbûn’
Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengal û ya 9’ê cotmeha 1998’an dîroka komploya navnetewî ji hevdû ne qutin û nabe ku mirov qut binirxîne. Bi komploya navnetewî dema Rêbertî dîl tê girtin, wan hesab kirin ku êdî her tişt xilas. Lê Rêber Apo Îmralî kir cihê berxwedanê û qet dest ji parastina mirovahiyê berneda. Paradîgmaya Rêbertî danî peşîya me, li hemberî sîstema Kapîtalîst alternatîf e.”
‘RÊBERTÎ JI BO PARASTINA ŞENGALÊ BANG KIR’
Endamê yekitiya ciwanên Êzîdxanê Hemo Şengalî qala hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got: “Rêber Apo sala 2007’an bang li hevalan kir ku werin Şengalê biparêzin. Divê Êzidî çand û baweriya xwe biparêzin. Di dîrokê di kesek wek Rêber Apo ji bo gelan li ber xwe neda ye. Ji bo parastina mirovahî û hemû gelên bindest li Îmraliyê di bin tecrîdeke ewqasî giran de li ber xwe dide û gav paşde naavêje. Rêber Apo hêviya bindestan e, hêviya jinan û ciwanan e. Divê em hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bin, em her kêliya jiyana xwe Rêbertî jiyan bikin. Em xwe di rastiya Rêbertî de kûr bikin. Em her tim ji bo azadiya Rêbertî di nava têkoşînê de bin. Heta em bi Rêbertiya xwe re azad jiyan nekin, em dev ji têkoşînê bernadin. Ji bo avakirina projeya netewa demokratîk, divê em her tim parêznameyên Rêbertî bixwînin.”