Li devera Yenîkopruyê ya Colemêrgê li ser rêya navbera navçeya Geverê û Wanê hezaz çêbû. Ji ber hezazê rê hate girtin. Di nava 2 rojan de li heman deverê 3 caran hezaz çêbû. Xebatên ji bo vekirina rêyê berdewam in.
Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî jî di nav de, komeke ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li cihê bûyerê lêkolîn kirin.