Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li ser şopa Gurbetellî Ersoz em perdeya tarîtiyê radikin
Jin

Li ser şopa Gurbetellî Ersoz em perdeya tarîtiyê radikin

RAJIN: Piştî Gurbetellî Ersoz, di serî de gelê Kurd em ê bibin dengê hemû gelên bindest û jinên ku tune tên hesibandin. Em bi biryar in ku kevneşopiya çapemeniya azad a ku wê ava kiriye biparêzin û mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) daxuyaniyek bi sernavê “Em li ser şopa Gurbetellî Ersoz, ku gotin bi heqîqetê re kir yek perdeya tarîtiyê hildiweşînin” weşand.

RAJIN got, “Di dîrokê de, gelek jinan tevkariyên mezin ji bo mirovahiyê kirine, lê navên wan nehatine bibîranîn. Lê her çiqas navê wan jinan nehatibe zanîn jî, dîroka mirovahiyê ji hêla jinên ku ji bo azadiyê şer kirine ve hatiye avakirin. Hin jin vê pergalê red kirin û li dijî wê navên xwe bi tîpên zîrîn di dîrokê de nivîsandine. Gurbetellî Ersoz yek ji wan e. Wê ne tenê navê xwe di dîroka Tirkiye û Kurdistanê de nivîsandiye, di heman demê de li dijî înkar û paşguhkirina hebûna gelê xwe jî rawestiyaye.

Akademîsyen, zanyar, rojnamevan, yekem sernivîskara jin a li Tirkiye û Kurdistanê, şoreşger û jina azad Gurbetellî Ersoz tevî hin hevrêyên xwe di şeva 7-8’ê Cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê, di kemîneke ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû danîn û di bin gulebarana tankên Tirk de şehîd bû.”

Berfirehiya daxuyaniya RAJIN’ê bi vî rengî ye:

“Gurbetellî Ersoz di sala 1965’an de li navçeya Xarpêtê ya Elazîzê ji dayik bû. Wê li Zanîngeha Çukurovayê beşa kîmya xwend, master wergirt û wekî alîkara lêkolînê xebitî. Piştî komkujiya Çernobîlê (1986) û Komkujiya Helebçeyê (1988), lêpirsîna wê ya li hember jiyanê dest pê kir. Di sala 1989’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî hate girtin û êşkence lê hate kirin.

Di sala 1993’yan de, ew bû Sernivîskara Rojnameya Ozgur Gundem û wekî yekem sernivîskara jin a Tirkiyeyê di dîrokê de cih girt. Wê ji bo ronîkirina tarîtiya li Kurdistanê xebitî. Di vê pêvajoyê de gelek rojnamevan û belavker hatin qetilkirin.

Di sala 1993’yan de dema ku rojname bû hedef, dîsa hate girtin û di sala 1994’an de hate berdan. Ji ber ku êdî nikarîbû pêşeya xwe ya rojnamevaniyê li Tirkiyeyê berdewam bike, di sala 1995’an de berê xwe da çiyayan. Wê têkoşîna xwe li wir domand û dilê xwe li ser çiyayan neqişand. Bi têkoşîna xwe ya ji bo gelê xwe, ew êdî ne tenê Gurbetellî bû, ew bibû fedayê welat. Wekî ku wê di rojnivîska xwe de nivîsandiye, wê li dijî serdestiya mêran şer kir û hêza jinan ji hundir ve da destpêkirin.

Gurbetellî Ersoz, bi jiyana xwe bû sembola Tevgera Azadiya Kurd û nasnameya jina azad. Wê di rojnamevaniya xwe de helwesteke xurt nîşan da, li dû heqîqetê çû. Di rojnameyê de ku bi dirûşmeya “Rastî di Tariyê de Namîne” hat weşandin, wê bi sernavê “Mirovahî tê îstîsmarkirin ” rastî eşkere kir. Dema ku rojname hate bombebarankirin, wê bi sernavê “Ev agir dê we jî bişewitîne” serî hilda û bû sembola berxwedanê.

Gurbetellî gotin û heqîqet kir yek, erka xwe ya dîrokî bi cih anî û roleke girîng di naskirina hebûna gelê Kurd de lîst. Wê di jiyana xwe ya kurt a 32 salan de têkoşîneke mezin hewand. Ew di avakirina kevneşopiya Çapemeniya Azad de pêşengek e. Ji bo meşaleya ku wê di rojnamevaniya jinan de pêxist, ew weke pêşeng derket pêş. Piştî şehadeta wê, şopdarên wê yên jin salvegera şehadeta wê wekî Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê ragihandin.

Îro, bi sedan jin bi kamera, gotin û nivîsên xwe li pey şopa Gurbetellî Ersoz diçin. Ew li dû rastiyê digerin û berxwedanê mezin dikin. Bi rêya saziyên xwe, li ser televîzyon, rojname, kovar, radyo û platformên dîjîtal, ew serdestiya mêran lêpirsîn dikin, sûcdaran eşkere dikin, desthilatdariyê dihejînin û têkoşîna azadiya jinan xurt dikin.

Wekî RAJIN, em bi biryar in ku li ser şopa Gurbetellî Ersoz bibin dengê hemû gel û jinên ku hatine paşguhkirin, bi taybetî gelê Kurd. Em ê kevneşopiya çapemeniya azad a ku wê ava kiriye zindî bihêlin û mezin bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em îdealên Şîlan Baqî, Şevîn Bîngol, Gulnaz Ege, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan, Nagîhan Akarsel, Emîne Demîr, Gulîstan Tara, Hero Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û jinên din ên şehîd ên ku li pey şopa Gurbetellî çûn, pêk bînin.

Bi zanîna berpirsiyariya dîrokî ya çapemeniyê, em ê têkoşîna jinan ji bo azadî û rastiyê di avakirina civakek demokratîk de xurt bikin. Bi vê wesîleyê, em Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê li hemû xebatkarên çapemeniyê yên jin ên ku rêya rastiyê dişopînin pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-E: Em bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin!
Nûçeya Pişt re Hêzên hikumetê li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Naqqarînê 270 cenaze

Rêvebera Komeleya Koçberên Efrînê Nesrîn Silêman got, “Li Naqqarînê goreke komî heye ku tê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ceza li 16 alimên olî hat birîn

Di doza ku bi sedema xutbe û weazên bi Kurdî derbare endamên DÎAYDER'ê hat vekirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Kevana Zêrîn: Em ê 8’ê Adarê bikin cejna azadî û aştiyê

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?