Li taxa Şêxmeqsud a Helebê, berxwedana li dijî êrişên hovane yên komên çete girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, bi diijwarî didome.
Hêzên ewlekariyê bi awayekî fedayî şer dikin û derbeyan li êrişkaran didin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê, 5 endamên hêzên ewlekariyê li hemberî êrişkaran çalakiyên fedayî lidar xistine.
Hat ragihandin ku bi çalakiyên fedayî derbeyên giran li êrişkaran hatine xistin û pêşiya komkujiyan tê girtin.
Hat gotin ku navên hinek cangoriyên ku çalakiyên fedaî li daxistine wiha ne: Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn.

