Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li dijî avakirina setên axê li derdora her du taxan, girtina rêyan û bicihkirina çekên giran ji aliyê hêzên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyê ve çalakiyek protestoyî li dar xistin. Di dema çalakiyê de hat ragihandin ku dronên girêdayî Hikumeta Demkî li ser çalakvanan difiriyan.
Li ser navê çalakvanan Amîne Xidro axivî û got: “Em şer naxwazin. Di serdema rejîma berê de jî ewlehiya taxên me hate armanckirin, lê ew rejîm bi xwe hilweşiya.”
Amîne Xidro destnîşan kir ku gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û tevahiya Helebê Sûrî ne û wiha got: “Hin derdor hewl didin di navbera Sûriyeyan de nakokî derxin. Em dixwazin rê li ber van fitneyan bigirin û set bên rakirin. Sûriyeyî wê li ser axa Sûriyê bimînin.”
Amîne Xidro bangî Hikumeta Demkî kir ku daxwazên gel guhdarî bike û bicîh bîne.
Ji welatiyên taxê Şêx Elî El Hesen jî diyar kir ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelê Helebê weke birayên xwe dibîne û got: “Em her cure hewldanên fitne û derxistina şer red dikin. Em dixwazin rê bên vekirin, alozî bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêyên siyasî bên çareserkirin.”
Şêx Ehmed Sadiq Heyder ku li ser navê eşîr û rûspiyên taxê ji eşîra El Dîdan El Beraziyê axivî, diyar kir ku ew li dijî hewldanên fitneyê ne. Heyder wiha got: “Em gelên vî welatî ne. Me ji bo xweparastinê çek negirtin dest. Em bawer dikin ku divê diyalog esas bê girtin û setên axê bên rakirin.”