Di hinek saziyên ragihandinê yên nêzî komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û medyaya dewleta Tirk de, tê îdîakirin ku komên çeteyan taxa Şêxmeqsud xistiye bin kontrola xwe.
Lê çavkaniyên ji nava taxê ragihandin ku ev nûçe derew in û şerekî dijwar berdewam dike. Li hemberî êrişan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berxwedanê didomînin.

