Saziya Şopdarên Hiqûqê li Silêmaniyê bi sernavê “Destûr û Sazkirina Hevsengiyê” bi beşdariya gelek rewşenbîr, çalakvan, hiqûqnas û medyakaran bi Dr Muhsîn Edîb re panelek li dar xist.
Di panelê de Dr. Muhsin Edîb behsa girîngiya destûra bingehîn kir û got: “Destûr tiştek e ku divê demdirêj be û bê cudahî li ser her kesî were bicihkirin. Dibe ku li gorî demê were guherandin. Em di rewşeke bêsîstem de ne û ev xerabtirîn cureyê sîstemê ye û rewşeke nediyar e.”
Dr Muhsîn Edîb diyar kir ku desthilatdar naxwazin destûr hebe, ji ber ku destûr wan sînordar dike û wiha domand: “Desthilatdar naxwazin destûr hebe, dixwazin destûr di destê wan de be û qet naxwazin destûreke demdirêj hebe.
Destûr dike ku maf û azadiyên takekesan li hember dewletê werin parastin, desthilatdaran kontrol dike da ku desthilatdar nekarin bi dilê xwe zordarî û zilmê li hember gel pêk bînin.
Erkê destûrê ne ew e ku çewtî û şaşiyên desthilatê rewa bike, erkê wê ew e ku li aliyê gel be û piştgiriya maf û azadiyên civakê bike. Lêkolîn, nasandin û pênasekirina destûrê û nivîsandina destûrê pir girîng e ji bo ku Herêma Kurdistanê biçe qonaxeke din.”