Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gel bi girseyî çû serdana taziyeya birayên Koçer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Antalyayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Divê statuya Birêz Ocalan fermî bibe, gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Silopiyayê çalakiya 8’ê Adarê: Azadiya jinan mifteya civaka demokratîk e
Jin

Li Silopiyayê çalakiya 8’ê Adarê: Azadiya jinan mifteya civaka demokratîk e

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Silopiyayê hate pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitîngê de wiha got, “Civaka demokratîk tê wateya civaka ku jin lê azad in. Azadiya jinan mifteya civaka demokratîk e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya TJA’yê û bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” mitîng hat lidarxistin. Mitîng, li Qada Newrozê hat lidarxistin. Jinên Botanî yên bi cilên reng bi reng tevlî mitîngê bûn, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Polîsan, li noqteyên kontrolê bi hinceta “qedexeyê” dest danîn ser flamayên bi rengên kesk, sor û zer. Jinên li qada mitîngê dovîzên “Jiyan bi zana xweşik e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ber bi 8’ê Adarê ve” hilgirtin.  

Mitîng, bi govend û dirûşman dest pê kir. 

Di mitînge de ewilî Hevseroka DEM Partiya Şirnexê Taybet Bîlgîn axivî. Taybet Bîlgîn anî ziman ku ew 8’ê Adarê li hemû jinên li qadan li ber xwe didin pîroz dike û got: “Hêvî dikim ew roj bibe bingeha jiyaneke azad.”

‘HÊVIYÊN ME ZÊDE NE’ 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bi lêv kir ku 8’ê Adarê herî zêde li yên ji bo aştiyê li ber xwe didin pîroz be. Newroz Uysal Aslan, got: “Bila çavê wê li deklarasyona birêz Abdullah Ocalan be. Em ji xwe bawer bin. Hêviyên me zêde ne.”

Aktivîsta TJA’yê Fatma Ablay jî diyar kir ku jin li qadan dîrokê dinivisînin û wiha got: “Di 8’ê Adarê de jî li qadan in. Îsal 8’ê Adarê bêhtir watedar e. Bi pêşengiya jinan daxwaza azadî û banga civaka demokratî heye. Em li vir silaveke germ li Îmraliyê re dişînin. Hezar silav ji birêz Abdullah Ocalan re ku wî felsefeya azadiya jinan ava kiriye. Em 8’ê Adarê li hemû jinên ku dixebitin û nekarînê werin li vir jî pîroz dikin. Têkoşîna jinan wê her dem bidome. Dem dema azadiya jinan e. Di 27’ê Sibatê de bangawaziyeke dîrokî hat dayîn. Çavê hemû dinyayê jî li bangawaziya birêz Abdullah Ocalan bû. Divê ji bo têkoşîna çareserkirina pirsgirêka Kurd di pêşengiya jinan de pêk were. Em jin li dijî şer û şerê taybet divê bi rola xwe rabin. Îro li bajarên Kurdistanê bi şerê taybet ve dixwazin jinan bixînin. Bi destê çawişên pîspor û polîsan dixwazin jinên Kurd têrî tiryakê bikin û bi kuştinê re rû bi rû bihêlin. Divê li dijî vê şerî taybet têkoşîna xwe mezintir bibe. Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyeke pir mezin daye ser milê jinan. Dibêje ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe.’ Ji ber wê divê jin di vê pêvajoyê de rolê bigirin ser xwe. Heke aştî û azadî were wê bi destê jinan were. Em bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û hêza xwe bawerin. Dîroka me di têkoşîna jinên azad de derbas dibe. Hezar silav jî ji jinên di heps û zindanan de ne.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di mitîngê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi zaravayê Kirmanckî dest bi axaftina xwe kir û got: “Îro dengê me yê li vir dengê dayika Taybet, Fatma Yuksel û Sêvêyan e. Em bi qirkirina jinan re rû bi rû ne. Her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê jin tên qetilkirin. Jin ji aliyê pergala mêrperest û hişê netew dewletê ve tên qetilkirin. Em li dijî vê yekê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li qadan in. Li Kurdistanê yek ji polîtîkaya desthilatê ew ku tunehesibandina vîna jinan e. Li Kurdistanê jin bîra têkoşîna civakê ye. Li Şirnexê zarokek 15 salî ji aliyê parêzvanê Walî vê rastî destdirêjayiyê hat. Lê ew kes nehat girtin. Li Kurdistanê desthilat ji bo jinan ji têkoşînê dûr bixe wan bêbîr dihêle. Lê Botan jinên têkoşer ji bîr nekir û ji bîr nake. Hemû jinên ciwan ên li vir yek jî pêşeroja vê têkoşînê ne. Nikarin pêşiya van jinan bigrin.

DIVÊ HER KES XWEDÎ LI BANGA OCALAN DERKEVE 

Di 27 Sibatê de banga birêz Abdullah Ocalan li hemû dinyayê deng veda. Birêz Abdullah Ocalan li dijî înkarina gelan a pergala netewa demokratîk bang li civaka demokratîk kir. Em li Botanê bang li jinên Botanê dikin; vaye hûn hene em dixwazin hûn piştgiriya banga aştî û civaka demokratîk bikin. Azadiya jinan bi civaka demokratîk pêkan e. Ji ber wê jî ev bang ji bo azadiya jinan e jî. Ev bang di rojekê de nehatiye kirin. Ew bang encama têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd e. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê bangê derbikevin. Di vê bangê de ji bo hemû gelan başî û aştî heye. Çareseriya krîzên heyî ye. Muxatabe vê bangê ne tenê gelê Kurd e. Muxatabê vê hemû kes e. Divê em jî li her derê vê bangê ji gel re taybet ji jinan re vêbibêjin. Birêz Abdullah Ocalan banga pêşengiya siyasetê ji jinan re dike. Me bi siyaseta demokratîk pir tişt bi dest xist. Lê hemû destkêftiyên me ji aliyê dewleta mêrperest ve dibin hedef. Em li dijî qirkirina jinan ber bi azadiyê ve diçin. Şerê ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin bi banga birêz Abdullah Ocalan hat pûçkirin. Jinên ku li Rojava destan nivisîsandin, dîrokeke nû dinivisînin. Bijî 8’ê Adarê, bijî jin jiyan azadî.”

Piştî axaftinan hunermend Xecê derket ser dikê û stran gotin. Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû. 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xizmetê ji aştiya civakî re bikin
Nûçeya Pişt re Li Serhedê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Çav û guhên me li Îmraliyê ne’

Mamoste Leyla Arzû Îlhan têkildarî rol û mîsyona jinan a di pêvajoya çareseriyê de got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Mexmûrê komxebata Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk lidaraxistin

Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TCM-TJCM) komxebatek têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Rustem Kobanê hat veşartin

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê tevlî merasîma şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Rustem Kobanê (Şiyar Xelo)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?