Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li dijî van êrîşan, li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û nobet di roja 4’an de didome.
Welatiyên ku di danê sibehê de hatin cihên çalakiyê, nobeta xwe bi stranên berxwedanê û dirûşman didomînin. Li qada çalakiyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” olan dide. Her wiha çalakvanan pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava” li xwe kirine. Şandeyeke ji Êlihê hatî piştgirî da çalakvanan.
Parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Kamûran Tanhan jî li qada çalakiyê ne û tê payin ku di saetên pêş de daxuyanî were dayin.