Ji bo gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katar (Rêvan Aslan) ku 20’ê Adara 2025’an li Zapê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, li warê wê Şirnexê teziye hate danîn.
Girseya gel bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) serdana sersaxiyê kir.
Girseya gel li ber Mala Sersaxiyê ya Mehmet Emîn Acar a li Yenî Mahalleyê li hev kom bû û xwest, bi girseyî serdana mala teziyeyê bike. Lê belê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsan gefa binçavkirinê li gel xwarin.
Gel nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Ji hevdîtina bi Waliyê li Şirnexê Bîrol Ekîcî encameke erênî derneket, walî gef xwar ku deriyê mala teziyeyê veneke.
Ev helwesta walî Ekîncî weke provokasyonek li hemberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû cihê nerazîbûnê.
Rageşiya li qadê dewam dike.

