Duh (27’ê Tîrmehê) li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 18 kes hatin binçavkirin. Welatî bi hinceta ku di dawetên bi dîrokên cuda de li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binçavkirin. Welatiyên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihatin ragirtin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê, 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 11 kes jî bi heman îdiayê hatin girtin.