Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li dijî dagirkirina Şaredariya Colemêrgê li qada Şîşhane ya li Beyoglûyê “Nobeta Edaletê” da destpêkirin.
Di çalakiya nobetê de tîşortên “Bicehime qeyûm” hat li xwe kirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrg” hate berzkirin. Di çalakiyê de kursiya serbest jî hat danîn. Kesên li ser kursiyê axivîn, peyama têkoşîna mil bi mil dan.
Çalakiya nobetê wê her roj di saet 19:00 û 22:00’an de li Qada Şîşhaneyê bê lidarxistin.