Li dijî desteserkirina li Şaredariya Colemêrgê, li Stenbolê çalakiyên protestoyî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Çekmekoyê meş hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên “Li ber xwe Colemêrgê, Stenbol bi te re ye”, “Ji desteserkirinê re na” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
Di meşê de hat diyarkirin ku ew ê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê qebûl nekin û wiha hate gotin: “Em vê xespê qebûl nakin. Heta ku em şaredariya werdigirin, em ê li qadan û kolanan bin. Em nasekinin, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”