Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Havîn, ji bo wan demsala ‘kedê ye’: di bin germa rojê de firingiyan hişk dikin
Civak & Ekolojî

Havîn, ji bo wan demsala ‘kedê ye’: di bin germa rojê de firingiyan hişk dikin

Jinên ku di bin germa rojê de karê hişkkirina firingiyan dikin bi gotina; ‘’Her tişt ji bo kirîna nanekî û hinekî rûn e.’’ kurteya jiyana xwe anîn ziman. Jinên diyar kirin ku ew tevî zehmetiyan jî bi qasî keda xwe qezenc nakin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li gel germbûna hewayê û girtina dibistinan li Kurdistanê gelek malbat  ji bo karkirinê berê xwe didin rêyên koçberiyê. Malbatên ku ji bo karên weke berhevkirina findeq, pîvaz, kartolan,  hişkkirin û serayan berê xwe didin gelek bajarên cuda, li cihên ku diçinê neçar dimînin di konan de bimînin. Welatiyên ku hem di konan de dimînin hem jî li zeviyan dixebitin, li hemberî gelek zehmetiyan li ber xwe didin, pereyê ku rojane qezenc dikin li hemberî enflasyona heyî bi têra hewcehiyên sereke jî nake.

DEST, PÊ Û ÇAVÊN WAN DIŞEWITIN

Kedakarên çandiniyê yên ku ji bo neçin deverên dûr û li ser xakên xwe bixebitin û ji bo hişkkirina firîngiyan ji Rihayê çûne Amedê, neçar dimînin ku di bin germahiya ku gelek caran dibe 47 dereceyan de bixebitin. Karkerên ku li nêzî navenda Amedê dixebitin rojê heşt saetan karê hişkkirina firingiyan dikin, rojên xwe di konên xwe de derbas dikin. Kedkarên ku nêzîkî sê mehan dixebitin, sibehê zû dest bi kar dikin. Firîngiyên tên bi lez dikin du perçe û wan xwê li wan dikin. Firîngiyên ku tên xwêkirin, tên hişkkirin û di nava çend rojan de tên berhevkirin û parzûnkirin û piştre jî tên firotin.

Kedkar, ji ber ku gelek kêrê bi kar tînin, gelek caran destên xwe dibirin. Kedkarên ku ji bo parastina destên xwe lepikan  li xwe dikin, ji bo ku piyên xwe ji germa zêde biparêzên gelek nikarin pêlavên xwe li xwe bikin.  Malbatên ku ji zarokan heya endamên temenmezin di konan de dimînin, hemû karê hişkkirinê dikin. Lê belê li vir karê ku dikeve berê jinan zêdetir e; konan sererast dikin, xwarinê çêdikin, li zarokan dinêrin û cil û bergên xwe bi destan dişon. Jinên ku ne di konan de ne jîli zeviyan destheqa xwe distînin, ji bo ku zivistanê xweş derbas bikin, van zehmetiyan re rû bi rû dimînin.

Jinên ku zehmetiyên dibînin û keda xwe bi gotina; ‘’Em neçar in bixebitin’’ tînin ziman, ji ajansa me re qala jiyana xwe ya rojane kirin.

‘KRÎZA ABORÎ  DAHAT KÊM KIR’

Rahîme Işik a ji bo xebatê ji Wêraşanşarê hatiye, diyar kir ku dahata wan li gorî berê kêm bûye. Rahîme Işik da zanîn ku krîza aborî zêde bûye û ji ber vê yekê jî hemû serdeman rewşa dataha wan xirabtir dibe û ev yek anîn  ziman:

‘’Em li vir paqij dikin û piştre jî firîngiyan radixin. Em çi dikin û çi distînin hemû bi kedê ye. Em sibehê zû di saet 5’an de hişyar dibin û dest bi karkirinê dikin û nîvro bêhna xwe vedidin; dema ku hewa hinekî hênik dibe dubare dest bi kar dikin. Hilberîna van em dikin lê belê ji ber buhabûna fiyetan êdî dahata me ne weke berê ye. Em ji bo nanoziko dixebitin. Buhayê her tiştî zêde bûye û ji bo cotkaran tiştekî hêsan nemaye. Zehmetiyên î karî gelek in; tu sibehê zû heya êvarê di bin rojê de dimînî û ava te tu caran cemidî namîne. Însan bi zarokên xwe re dixebitin. Buhayê her tiştî ew qas zêde bûye ku êdî em çi bikin jî encam weke xwe ye lê belê ji bilî me hemû kes qezenc dike.’’

‘TU QÎMETA KEDA TUNE YE’

Piştre jina bi navê Remziye Işik axivî û da zanîn ku ew heqê keda xwe nastînin û tevahiya rojê di bin germa rojê de dixebitin. Remziye Işik diyar kir ew li gel zarokên xwe dixebite û ev yek anîn ziman:

‘’Em sibehê zû di saet 5’an de dest bi kar dikin û bi şev saet di saet 8’an de bêhna xwe vedidin. Germahiya hewayê gelekî zorê li me dike. Em hewl didin di konên xwe de siyê çêbikin; bi taybetî jî danê nîvro germahî gelekî zorê dide me. Zarokên me jî hemû li vir in û bi me re dimînin. Li gel me ew jî zehemetiyan dibînin. Em bi roj dixebitin û bi şev jî zarokên xwe ji dûpişkan diparêzin. Çawa ku havînan dibistan tên girtin, em yan van karan dikin yan jî di karê înşaetê de dixebitin. Ji bo debara xwe ya zivistanê em li vir dixebitin. Tevî van kedên mezin jî yewmiyeyên em distînin jî gelekî kêm in bi têra tu tiştî nakin. Ji bo me rewşeke gelekî zehmet e. Ev karê hişkkirinê laşê me hemûyê dişewitîne. ,
 
Hemû kesên li vir bi zarokên xwe re hatine, dayîkeke 70 salî jî li vir e. Jiyana însanan gelekîzehmet bûye; ji bo debara xwe neçar dimînin di bin vê germahiyê de û di nava şert û mercên zehmet de bixebitin. Her tişt ji bo debar û kirîna nanekî ye.’’

‘EM NEÇAR IN BIXEBITIN’

Kedkara bi navê Medîne Ekîncî ya li pêşiya konê xwe bi destan cil û bergan dişo jî wê piştî şûştinana cil û bergan biçe nava zeviyê û firingiya biqeşêrîne.  Medîne Ekîncî da zanîn ku ew li her derî dixebitin û heqê keda xwe nastînin û ev yek anîn ziman: ‘’Ez a niha bi destan cil û bergan dişom, her wiha çay û xwarinê jî amade dikim û piştre jî wê derbasî nava zeviyê bibim û li wir jî bixebitim. Destên me hemû bûne birîn û hatine birîn. Ma en çi bikin, em neçar in.

Ji bo ku li zarokên xwe binêrin, em di bin vê germa zêde de dixebitin. Bi her cure pirsgirêkê re rû bi rû dimînin û nexweş dibin. Piştîku rojê 2-3 saetan bêhna xwe vedidin, piştre dubare dest bi kar dikin. Ji ber ev der nêzîkî me ye, em tên vir; deverên dûr in û zehmetiyên wan zêde ne. Ji bo ku zarokên me bixwînin û birçî nemînin em van zehmetiyan dibînin. Ji bo debara xwe em neçar in hemû havînan bixebitin. Emçi bikin jî hemû havînan li zeviyan dixetibin. Em hemû karan dikin; hemû tişt ji bo kirîna hikenî ar û rûn e. Tu qîmeta pereyê ku em distînin jî tune ye.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Pakistanê karesata muson: 150 kes hîna winda ne
Nûçeya Pişt re Çekdarên di destê hêzên Durzî de ne: Me talîmata Wezareta Sûriyeyê pêk anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Êrîşên dagirkeriyê bi berxwedaneke topyekûn dikarin bên rawestandin’

Partiya Karkerên Komunîst a Kurdistanê diyar kir ku rêveberên DYA, Hewlêr û Bexdayê berpirsyarê êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetên Edaletê: Werin em berxwedana girtiyan mezin bikin

Di çalakiyên nobetê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin de banga xwedîderketina berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî êrişê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?