Jinên li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê dijîn, tevlî kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re bûn ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin û bi sedan name şandin.
Jinên ku bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anîn ziman ku dema mijar dibe azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hemû sazî ker, lal û kor in. Jinan diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe bêdengiyê bişkînin.