Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên ji AFP’ê re axivîn, ragihandin ku roja Çarşemê bazarek li Saraf Omra ya Bakurê Darfûrê hatiye hedef girtin. Di encama êrîşê de 22 kes ku di nav de pitikek jî heyî hatin kuştin û 17 kes birîndar bûn.
Di heman rojê de, li Bakurê Kordofanê kamyonek hat hedefgirtin. Wesayît şewitî û cenazeyên 6 kesan anîn nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku sê ji qurbaniyan cenazeyên wan şewitîn û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyek ji Nexweşxaneya El-Rahad, îdia kir ku êrîşa li Kordofanê ji hêla Hêzên Desteka Lezgîn ve hatiye kirin.
JI SERÊ SALÊ Û VIR VE BI SEDAN SIVÎL HATIN KUŞTIN
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Marta Hurtado, di civîna li Cenevreyê de got, “Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di navbera 1’ê Çile û 15’ê Adarê de di encama van êrîşan de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin. Piraniya sivîlên ku hatine kuştin li sê navçeyên herêma Kordofanê ye.”
Şerê li Sûdanê ku di 15’ê Nîsana 2023’yan de dest pê kir, du sal şûnda girantir bû û bû sedema krîzeke mezin a mirovî.
Şer di navbera her du aktorên sereke yên darbeya 2021’an de pêk tê. Li aliyek Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Abdul Fettah el-Burhan û li aliyê din Hêzên Desteka Lezgîn a paramiliter û fermandar Mihemed Hamdan Daglou hene.
Ji Nîsana 2023’yan û vir ve, bi qasî 13 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne. Ji van, 8.6 mîlyon kes di hundurê welêt de man. Bêhtirî 4 mîlyon kes jî derbasî welatên cîran bûn.

