Li bajarê Kutum ê li eyaleta Darfûr a Bakur a Sûdanê ku di bin kontrola hêzên paramîlîter de ye, di êrişeke bi droneyê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Çavkaniyên tenduristiyê û aktîvîstên xwecihî ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 6 jê zarok bûn. Her wiha jin û zarok jî di nav de 16 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên li Sûdanê, êriş li ser taxa Al Salama hate kirin ku nêzî dibistaneke keçikan a li bajêr e.
Komîteya Berxwedanê ya El Faşir ku alîgirê demokrasiyê ye, diyar kir ku êriş ji aliyê artêşa Sûdanê ve hatiye kirin. Di navbera artêşa Sûdanê û Hêzêwn Piştevaniya Lezgîn de ji Nîsana 2023’an û vir ve şer diqewime.
Ji ber vî şerî heta niha bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 11 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn.
Neteweyên Yekbûyî rewşa li Sûdanê weke “Krîza herî giran a mirovî ya li cîhanê” pênase dike.

