Li Darfûrê êrîşên yekser ên li hemberî sivîlan dewam dikin. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û xwecihî, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku rewşa sê ji birîndaran giran e. Çavkaniyek ji nexweşxaneya bajêr û komîteyên berxwedanê yên xwecihî êrîş piştrast kirin.
Komîteyên berxwedanê diyar kirin ku êrîş ji aliyê hêza paramîlîter Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) ve hate kirin û di encamê de 27 kes mirin û birîndar bûn. Komîteyê êrîş weke ‘komkujiyê’ pênase kir.
El Faşer ji Gulan 2024’an û vir ve dorpêçkirî ye û li Darfûrê bajarê herî mezin ê dawî ye ku di destê artêşê de maye.
DI ÊRÎŞA LI SER MIZGEFTÊ DE HERÎ KÊM 75 SIVÎL HATIBÛN KUŞTIN
Hefteyên dawî li herêmê êrîş zêde bûn. Di 19’ê Îlonê de jî li hemberî mizgefteke li El Faşerê êrîş bi droneyê hatibû kirin û herî kêm 75 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kiribû ku di êrîşê de 11 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, di navbera 17-19’ê Îlonê de tenê li derdora El Faşerê 7.500 kes ji cih û warê xwe bûn. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê li welêt û pê ve jî 9.8 milyon mirov neçar man malên xwe biterikînin, 4.3 milyon Sûdaniyan xwe li welatên cîran girtin.