Clementine Nkweta-Salamî di daxuyaniya xwe ya li ser X’yê hat weşandin de got, “Li dijî EL-Faşîr û herêmên qelebalix ên navendî bikaranîna çekên giran û êrîş dibe sedem gelek mirov mexdûr bibin” û bang li hemû aliyan kir ku nêzî bajêr nebin.
Nkweta-Salamî diyar kir ku, “Sivîlên birîndar radikin nexweşxaneya El-Faşîr” û got, “Sivîlên hewl didin birevin, di nava hewirdora şer de asê man e.”
Koordînator hişyarî da ku ev tundî û êrîş “gefê li jiyana zêdeyî 800 hezar mirovên li vî bajarî dijîn dixwe.”
Sûdan, zêdeyî saleke di nava şerê navbera artêşa bi serkêşiya General Abdûlfettah El-Burhan û hêzên paramîlîter ên alîkarê wî yê berê General Muhammed Hamdan Daglo yê hêza destekkirina lezgîn (HDK) de ye.
Şer bû sedema mirina bi deh hezaran mirovî. Li gorî NY’yê li paytexa El- Cuneynayê ya rojavayê Darfûr di navbeyna 10 û 15 hezar kesî de jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) di raporeke xwe ya roja Pêncşemê de, diyar kir ku êrîşên paramîlîterên Sûdanî yên li herêma rojavayê Darfûrê xeteriya “qirkirinê” li dijî civakên etnîkî yên ne Ereb zêde kirine.