Li navçeya Pîran a Amedê ketin û derketina li taxên bejahî beriya du rojan hate qedexekirin.
Operasyona leşkerî ya piştî qedexeyê destpê kir, di roja duyemîn de ye. Yekîneyên taybet jî tevlî operasyonê hatin kirin û gelek taxên bejahî hatin dorpêçkirin.
Li taxên Tonekrag, Herêdo, Şingirîka Corîn û Şingirîka Cêrîn, Bahroyê ku di hedefa operasyonê de ne, destûr ji gundiyan re nehate dayin ku biçin nava zeviyên xwe û êzingan kom bikin.