Çavkaniyên xwecihî yên ji gundewarê Tertûsê yê Laziqiyê ragihand ku welatiyê bi navê Ela Seîd Dêrko li gundê Diwêr El Şêx Seed di mala xwe de ji aliyê kesên nenasn ve hat serjêkirin.
Îro jî malbata wî bi rêya hesabên xizmên xwe yên medyaya dîjîtalê de mirina wî ragihand.
Li gorî çavkaniyan, Ela ji gundê El Yeqûbiyê yê gundê Idilibê ye û li gundê Diwêr El Şêx Seed bi cih bûbû. Li wir ajokariya basa dibistana taybet a Endelus a berê dikir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya qurbaniyên sûcên tolhildanê, mezhebî û êrîşên tesfiyekiirnê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, ji destpêka 2025ˊan ve eşkere kiribû. Li gorî bîlançoya SOHRˊê hezar û 78 kes hatine kuştin, ji wan hezar û 24 mêr, 33 jin û 21 zarok in.