Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Temirê bi armanca redkirina biryara Wezareta Perewrde û Fêrkirinê ya sînordarkirina saetên dayîn perwerdeya bi Kurd, her wiha bi daxwaza ku ziman di destûrê de were fermîkirin çalakiyek ji zarokan re li dar xist.
Çalakî bi beşdariya zarok, şagirt û malbatên wan, endamên Tevgera Çand û Hunerê li Qada Şehîdan a Komîna Şehîd Îbrahîm a li taxa başûrê bajêr hat lidarxistin.
Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê Nesrîn Selah daxuyaniyek xwend û girîngiya rêzdariya li hemberî pirrengiya zimanî û çandî vegot.
Nesrîn Selah destnîşan kir ku ev pirrengî pîvanên bingehîn ên avakirina welatekî demokratîk e û bal kişand ser peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên gelan û kêmneteweyan ên perwerdeya bi zimanê dayikê.
Nesrînê diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û wiha domand “Naskirina destûrî ya zimanê Kurdî ku nasnameya neteweyî û çanda gelekî ye, ne tenê mafekî çandî ye, lê di heman demê de gaveke girîng ber bi xurtkirina jiyana hevbeş, tifaqa nîştimanî û avakirina civakeke pirreng ve ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aliyên têkildar hate kirin ku û hate gotin: “Divê zimanê Kurdî di destûrê de were mîsogerkirin û bi qanûnî were parastin. Bi vê yekê dê siberoja şargirtan a hînbûna zimanê dayikê were mîsogerkirin. Her wiha ev yekê nîşaneya avakirina siberojeke ewle ye ku rêzê dide mafên tevahî pêkhateyan.”

