Gelê bajarok û gundên Rojava bi îrade û berxwedaneke mezin agirê Newrozê geş dikin.
ÇILAXA
Gelê bajarokê Abîre yê li Çilaxa li dora agirê ku pêxistibûn kom bûn. Di şahiya Newrozê de alên YPJ, YPG û ciwanên şoreşger hatin hilgirtin. Gel li dora agir li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.
HESEKÊ
Agirê Newrozê bi beşdariya bi dehan kesan li taxa Kelasê hate pêxistin. Gel bi cilên xwe yên gelêrî pîrozbahiya Newrozê xemilandin.
TIRBESPIYÊ
Li ber Mala Êzîdiyan a Tirbespiyê agirê Newrozê hat pêxistin. Qada Newrozê bi alên YPJ-YPG û posterên Rêber Apo hat xemilandin.

