Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker serê sibehê li ser Bendava Tişrînê dest bi pêleke nû ya êrîşê kir.
Li qada ku bi balafirên şer, SÎHA û topan tê topbarankirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiveke tund didin êrîşan.
Şervanan 2 wesayitên leşkerî yên ku çeteyên Enqereyê doçda danîbûn ser, îmha kirin. Hate ragihandin ku şer dewam dike.