Yekşem, 22 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên ku kiryarên wan polîs in têne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê ziman jiyan nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Çemmişko şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebûbekir Helednî: Berxwedana Rojava dengê Kurdan kir yek û komplo pûç kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em ê ti carî dest ji YPJ’ê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’Êrîşên li ser ziman û çand ji êrîşên fîzîkî xeternaktir in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Li Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî bi ser ket’
Rojava

‘Li Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî bi ser ket’

Şervanên QSD'ê di salvegera 1'emîn a berxwedana Bendava Tişrînê de axivîn û gotin, "Berxwedana Tişrînê serketina şerê gel ê şoreşgerî ye. Bi gelê me re berxwedaneke dîrokî ya weke Stalingrad û Keleha Dimdimê hate nîşandan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi ser berxwedana Tişrînê de salek derbas bû. Di 27’ê Mijdara 2024’an de piştî êrîşên çeteyên HTŞ û SMO’yên yên li ser Helebê dane destpêkirin roja 8’ê Kanûnê piştî hilweşîna Şamê li ser bendavê êrîş dane destpêkirin.  Di 8’ê Çileya 2025’an de jî  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Bendava Tişrînê û li servê yekê ‘’Berxwedana Tişrînê veguherî Şerê Gel ê Şoreşgerî.’’ Di 5’ê Gulana 2025’an de jî li gel daxuyaniyên ji aliyê fermandariyên QSD û YPJ’ê ve hatin dayîn, Berxwedana Tişrînê li hemberî êrîşên çeteyên HTŞ û SMO’yê bi ser ket. Şervanên QSD’êji ANF’ê re axivîn û anîn ziman ku Berxweda Tişrînê ya ku nêzîkî 5 mehan berdewam kir, Stalîngrad û berxwedana Keleha Dimdimê’’ ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

‘GELÊN BÊYÎ XWEPARASTIN TIM BI KOMKUJIYAN RE RÛ BI RÛ NE’

Mazlûm Zexirî yê ku di eniyên pêş ên Berxwedana Tişrînê de cihê xwe girtibû, anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel berxwedana Tişrînê îspat kir ku bi Şerê Gel ê Şoreşgerî wê serkeftin were bidestxistin û got: ‘’Di dema berxwedana Tişrînê de weke pêngava yekem ez li girê Tel ê Sûriyeyê tevlî berxwedanê bûm. Piştre min li gundê Qelqelê di nava berxwedanê de cihê xwe girt.  Li hemberî hemû êrîşên hewayî û teknîkî me li gel gelê xwe di nava berxwedanê de cihê xwe girt. Berxwedana Tişrînê, berxwedana hevpar a şervanên QSD’ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.  Berxwedana Tişrînê, îspata wê yekê ye ku wê li gel Şerê Gel ê Şoreşgerî serkeftin were bidestxistin.  Hatina gelê me ya li ser bendavê, berxwedan û fedekariya wan hêz dida me.  Me bi saya hêz û morala ku gelê me dida me, ev berxwedan mezin dikir. Berxwedana Tişrînê nîşan da ku berxweda gel û şervanan tu caran têk naçe. Û hemû caran bi xwe re serkeftinê tîne. Ji bo vê yekê jî divê gelê me hemû caran li dora hêzên parastinê QSD, YPJ, YPG û Hêzên Asayîşê kom bibin û bi hêzên parastina xwe bawer bikin.’’

Şervanê QSD’ê Mazlûm Zexirî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelên ku xweparastina xwe ava nekin wê tim û tim bi komkujiyan re rû bi rû bimînin û ev yek anîn ziman:  ‘’Bila gelê me vê yekê baş bizanibe ku gelên ku hêza xwe ya xweparastinê ava kirine wê tim û tim êrîşên komkujiyê re rû bi rû bimînin. Dîroka nêz şahidê vê yekê ye. Di sala 2014’an de li Şengalê komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê yên ku a niha di nava hêzên SMO û HTŞ’ê de cih digirin, êrîşên komkujiyê yên çeteyên SMO-HTŞ ên li ser gelê Elewî yên di destpêka meha Adarê de careke din nîşanî me dan ku gelên bêyî xweparastin, wê tim û tim bi êrîşên komkujî û qirqirinê re rû bi rû bimînin. Ji bo vê yekê di serî de gelê me divê piştgiriyê bidin hêzên xweparastinê û wan mezin bikin. Gelên li Sûriyeyê dijîn divê girêdayî xweparastinê xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin.

‘LI GEL BERXWEDANA TIŞRÎNÊ ÎRADEYA ÇETEYÊN HTŞ-SMO’YÊ HATE ŞIKANDIN’

Şervanê QSD’ê Demhat Rojava yê di nava berxwedana Tişrînê de cih girtiye, ev yek anîn ziman: ‘’Berxwedana me ya li gel berxwedana mezin a li bendava şehîdan, li gel serkeftina gelan bi encam bû. Li Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin pêk hat û ruhekî mezin derket holê. Tevî ÎHA, SÎHA, balafirên şer, tank û topên dewleta Tirk jî çeteyên HTŞ-SMO’yê li Bendava Tişrînê li hemberî gelan têk çûn. Li Tişrînê li gel gelê me berxwedaneke mezin a weke berxwedanên Stalîngrad, Keleha Dimdimê ku di dîrokê de mînakên wê kêm in, pêk hat. Û li hemberî vî ruhê berxwedanê tevî ku dijminî serî li hemû teknîkan dida jî di hemû êrîşên xwe de bi paşde gav diavêt û direviya. Tişrînê, îradeya çeteyên HTŞ û SMO’yê şikand û moraleke mezin dida gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Û li gel Berxwedana Tişrînê dubare hate îspatkirin ku stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî tu caran têk naçe.’’

‘HEMÛ HEVALÊN ME BI FEDAIYANE BI SER DIJMIN DE ÇÛN’

Şervanê Ereb Dilşêr Tirbespî ê di nava hêzên QSD’ê de cih digire,diyar kir ku hemû şervanên ku di nava berxwedana Tişrînê de cih girtine ji bo parastina gel û welatê xwe bi terzeke fedaî li ber xwe dane û ev yek anîn ziman: ‘’Min di nava koma ku cara ewil derbasî Bendava Tişrînê de cihê xwe girt. Dema ku em çûn di serî de komên çeteyên El Emşat ên girêdayî dewleta Tirk çeteyên HTŞ û SMO’yê gihîştibûn bendavê. Me jî demildest hêzên xwe kom kirin, planên xwe kir û em weke tîman belav bûne enî û mewziyan.  Ji ber ku em hêza şerî bûn û me xwe li gorî şerî perwerde û amade kiribû. Li bendavê tevî teknîka dewleta Tirk û hewayî û bejahî jî me li hemberî çeteyên HTŞ û SMO’yê berxwedaneke baş pêş xist.  Hemû hevalên me bi fedaiyane bi ser çeteyan de diçûn û ew têk dibirin. Her çend çete xwediyê teknîkan bûn jî ji ber ku bê pergal û dîsîplîn bûn li hemberî hevalên me derbeyên mezin dixwarin. Ji ber vê yekê pergalû dîsîplîna me hêz û moral dida me. Em ne evîndarên şerî ne. Lê belê em amade ne ku ji bo gel û xaka xwe heya dilopa xwîna xwe ya dawîn şer bikin û li ber xwe bidin.’’

‘EM HEMÛ YEK DIL Û YEK RUH BÛN’

Şervanê QSD’ê Dilşêr Tirbespî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku di Berxwedana Tişrînê de şervanên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Êzidî û Elewî li heman eniyan şer kirine û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Weke şervanên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Êzidî û Elewî me li heman eniyan li dijî çeteyan şer dikir. Ji ber ku em hemû bi ruh û dilekî li dora armancekê kom bûbûn. Armanca me, azadî û parastina gelê me û xakên me bû. Ji ber wê yekê ez weke şervanekî Ereb ê ku xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bihara gelan e, diparêze bi dewlemendiya şervanên QSD’ê şad û serbilind im. Her wiha tu hêz nikarin êrîşî nirxên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Ez dubare diyar dikim ku ji bo vê yekê em amade ne heya dilopa xwîna xwe ya dawîn şer bikin û li ber xwe bidin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRIK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêr Hafirê qadên sivîl tên bombebarankirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi sed hezaran kesî li dengê Rêber Apo guhdarî kirin

Li qada Newrozê ya li Amedê bi sed hezaran kesî li dengê Rêber Apo guhdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzvaneke Girtîgeha Eqtanê qala berxwedana bêhempa kir

Parêzvaneke Girtîgeha Eqtanê Dîlan Cuma anî ziman ku wan ji bo parastina gelê herêmê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

Jinan li ser medyaya dijîtal bi honandina keziyên xwe diyar kirin ku ew li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Rojava li kêleka hêzên ewlekariyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê 51 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mezlûm Ebdî: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?