Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê girtiyê siyasî yê Kurd Kamûran Kasimî yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê, ji ber astengkirina hevdîtina bi malbatê re û bêparhiştina ji mafê destûrê yê demkî di greva birçîbûnê de ye.
Hate ragihandin ku Kasimî 11 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji girtiyên din hatiye îzolekirin.
Tora Mafên Mirovan diyar kir ku Kamûran Kasimî Cotmeha 2019’an hate girtin û ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi 10 salan cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.
Hate ragihandin ku dadgeha îstînafê cezayê 10 salan daxistiye 7 sal û 6 mehan.