Li Wanê polîsan ciwanên bi navê Abdullah Gorkan, Ozan Dayan û Hamdullah Kaya di serdegirtina malan de binav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. Siharê di saet 06.00’an de bi ser mala endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Turgut a li Taxa Koyîçî ya navçeya Artemêtê de hate girtin.
Li gorî agahiyan, deriyê malê hate şikandin û li kesên li malê hatin xistin. Hat ragihandin ku Lorîn Aryen Turgut ne li mal bû, lê xwişka wê bi binçavkirinê gef xwar û endamên malbatê bi kelemçekirinê gef xwarin. Hat diyarkirin ku endamek malbatê bi çekê hate derpkirin û tevî ku emeliyatkiribû bi çekê li serê wî/wê hate xistin.
Li Sêrtê jî bi hinceta beşdarbûna protestoyên li dijî êrîşên li ser Rojava, bi ser malan de hate girtin û zarokek jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. Piştî serdegirtinên li Taxa Congbayir, binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.

