Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan: Li Kurdistanê  ji bo jiyanê edaletê dixwazin
Jin

Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan: Li Kurdistanê  ji bo jiyanê edaletê dixwazin

Bi hezaran jin di salvegera mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî guman de jiyana xwe ji dest da, meşiyan û peyama "Em ji bo Rojîn, ji bo jinan, li Kurdistanê ji bo jiyanê edaletê dixwazin" dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Wanê Koordînasyona Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Star jî di nav de ji 13 rêxistin û komîsyonên jinan pêk tê, di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin xwe rêxistin dikin” de, bi boneya salvegera mirina biguman a Rojîn Kabaîşê ji Wan AVMê heta Qada Bajêr meşek li dar xist. Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, rêxistinên Wanê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û gelek jin beşdarî meşê bûn.

Di meşê de pankartên “Ji bo Rojîn edalet” û “Têkoşîna li dijî qirkirina jinê we azadiyê biafirîne” hatin vekirin û dowîzên “Çi bi Rojîn hat?”, “Rojîn li benda edaletê ye” hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin jiyan azadî” û “Mêr lê dide, dewlet diparêze” berz kirin.
Girseyê gelek caran li dijî rêveberiya zanîngehê, ku di mirina biguman a Rojîn Kabaîş de bi xemsariyê hatibû tawanbarkirin, dirûşmeyên mîna “Rektor, îstifa bike” berz kirin. Di tevahiya meşê de welatiyên di otomobîlên xwe de ji bo piştgiriyê qorneyên xwe lêdixistin. Jinan bi çirayên telefonên xwe, fîkandin û dirûşmeyan ber bi Qada Bajêr ve meşiyan.

Li ser navê TJAyê Şukran Şen axivî û da zanîn ku mirina Rojîn nîşaneya şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin e. Şukran Şen got: “Mirina Rojîn ne tenê binpêkirina mafê jiyanê yê jineke ciwan e, di heman demê de beşek ji hişmendiya dewletê ya jiyana jinan hedef digire, siyaseta bêcezatiyê dimeşîne û ji bo tunekirina bîra civakî stratejiyan difîrine ye.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOMÎNIN’ 

Şukran Şen destnîşan kir ku qetilkirina Rojîn Kabaîş ji kuştineke takekesî wêdetir e û wiha berdewam kir: “Ji bilî van polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan li Kurdistanê hedef digirin, rêxistinkirina çeteyên tiryak û fihûşê li herêmê tê rêxistinkirin û tundiya mêran bi awayekî sîstematîk tê teşwîqkirin. Ev wêne aliyê zayendî yê vî şerê taybet hîn bêtir nîşan dide. Jin ne tenê hedefên rasterast ên sûcdarên takekesî ne, lê di heman demê de hedefên polîtîkayên dewletê ne ku vê pergalê xurt dikin, diparêzin û didomînin. Di qetilkirina Rojîn de me carek din dît ku heqîqet di pêvjaoyên hiqûqî de dernakeve holê. Mekanîzmayên hiqûqê gelek caran bûcezariyê diafirîne û li şûna jinan biparêze, kiryaran diparêze.”Em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê û lêgerîna edaletê berdewam bikin.”

BAV KABAÎŞ: ME GELEK ÊŞ KIŞAND 

Bav Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku keça wî ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji destdaye û got: “Ger piştî saet 11:00ê sibê nav bihatana xwendin, Rojîn niha di nav me de bûya. Heta hevalên wê yên odeyê jî bi me re napeyivin. Keça min wek mêvan li vir bû. Em vê dawiyê çûn zanîngehê. Ez li wir rastî xwendekarên zanîngehê hatim. Lê wan ji min re gotin ku ew nikarin biaxivin an na ew ê ji zanîngehê werin derxistin. Ne xebatkarên ewlehiyê, ne xebatkarên wargehê, ne jî hevalên Rojîn napeyivin. Em nikarin bersiva pirsa ‘Çima? Çi qewimî? Çi bi serê Rojîn hat?’ derxînin holê. Şopa kujeran heye, lê kes nehatiye girtin. Em gelek caran çûn baroyên Wan û Amed û dozgeriyê. Dozgerê yekem tiştek nekir. Wî li dû xwekuştinê çû, ne li dû delîlên cidî. Doz pir hêdî tê meşandin, Rojîn 21 salî bû. Çima hûn kamerayan jê dibin? Çima we kameraya dawî kiriye reş û spî? Em gelek êş dikişînin, lê belê em ê li edaletê bigerin.”

‘EM HEMÛ EDALETÊ DIQÎRIN’

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî diyar kir ku her çend hewl tê dayîn ku kuştina Rojîn di tariyê de were hiştin jî, lêgerîna edaletê berdewam dike û wiha axivî: “Tam salek berê, Rojîn ji zanîngeha xwe ber bi qeraxa Gola Wanê ve diçû û careke din venegeriya. Piştre cenazeyê wê hat dîtin. Hem siyasetmedar û hem jî komeleyên jinan dipirsin, ‘Çi bi serê Rojîn hat?’ Rastiya Rojîn salek e nehatiye eşkerekirin. Em hemû li vî welatî ji bo edaletê diqîrin; desthilat û wezaret kê diparêzin? Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Nûçeya Pişt re Eren: Ger pirsgirêkê bi ‘terorîzmê’ re sînordar bikin, çareserî ne pêkan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên li ber xwe didin kolanan naterikînin

Ciwanan li Êlih û Mêrdînê li dijî desteserkirina îradeyê daketin kolanan û dirûşma "Bijî Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşa li dijî pakrewangehên şehîdan şermezar kir

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê nerazîbûn nîşanî êrîşa çeteyan a li dijî pakrawengehên şehîdan da…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokkomarê nû yê Iraqê îro jî nekarî bê hilbijartin

Biryar hatibû dayin ku Serokkomarê Iraqê îro bê hilbijartin; lê belê ji ber ku YNK…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?