Komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo Kurdî” ku ji hêla saziyên zimanê Kurdî ve tê lidarxistin û Platforma Saziyên Demokratîk jî piştgiriyê dide, bi pêşkêşiyên saziyan didome. Di rûniştina ewil de de serenavê “Di Tevgera Azadiyê û neteweya demokratîk de zimanê Kurdî û stratejiya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî”, di rûniştina duyemîn de jî serenavê “Di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de rista siyaset û rêveberiyên Xxwecihî” hatin nîqaşkirin. Di her du rûniştinan de jî serenavên weke nêzikatiya rêveberiyên herêmî ya li hemberî Kurdî, polîtîkayên pişavtinê yên dewletê û helwesta gel a di nava jiyanê de li hemberî Kurdî hatin nirxandin.
Nivîskar Ihsan Colemêrgî di rûniştina ewil de axivî û wiha bal kişand ser girîngiya ziman a di parastina hebûna miletekî de: “Têkoşîna gelan a serdestiya li hemberî hev û serîtewandinê bi çand û ziman dest pê dike. Heke hûn nenivîsin, hûn ê tune bibin. Dê gelê we jî bi we re tune bibe. Xaka Sumeriyan 4 hezar sal berê hate dagirkirin û bi taybet jî ziman û çanda wan hate desteserkirin. Îro jî li Wanê gelek kes dibêje ‘Em welatparêz in’ lê di malên xwe de bi Kurdî naaxivin. Daxwaza me ya sereke ev e, zimanê xwe Pîroz bibînin. Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe û bi zimanê ne xwe nenivîsinin, hûn ê tune bibin. Hêzên serdest ên li herêmê xwedî li zimanê xwe derketin. Hûn jî xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin û pêş bikevin. Divê em li dijî dijminên xwe bibêjin ‘zimanê me pîroz e.’ Em gotinên Ehmedê Xanî bi bîra xwe bînin. Dema pirsa çima Mem û Zîn bi Kurdî nivîsiyê jê tê kirin, dibêje; ‘Heke gelê Kurd bi zimanê xwe nenivîsîne, dê nekare di nava gelên cîhanê de bi zimanê xwe cih bigire.’ Lewma divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî anî ziman ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de ji bo parastina ziman û çanda xwe bedel daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku gelê Kurd hebe dê her tim ziman û çanda xwe biparêze. Gelek pirsgirêkên me hene lêbelê ev civîn gelek biqîmet e. Her xebatekê hewcehiya xwe bi stratejî û têkoşînê heye. Xebatên ji bo ziman pir girîng in. Encamên em ji vir derdixînin, dikare pêşiya plansaziya ji bo pêşeroja Kurdî veke. Kêmasiyên me hene. Divê derdorên cuda bikarin rexneyên xwe bikin. Lê ji îro û pê de divê xebatên xurtir ên zimanê Kurdî bên kirin. Rêveberiyên xwecihî û rêveberiyên xweser hewceye bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin. Bi vê îrade û têkoşînê dikare ji bo pêşeroja Kurdî gavên girîngtir bên avêtin.”
Bi domdarî Zeydan bal kişand ser pêvajoya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di vê têkoşînê de xwedî cihekî girîng e. Divê em civakeke demokratîk, exlaqî û siyasî ava bikni. Bingeha vê jî bi girîngîdayîna ziman dibe. Hewceye em bi destên hev bigirin û bi aqilekî hevpar pêş bikevin.”
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî di rûniştina duyemîn de wiha got: “Dewlet û îktîdar bi polîtîkayên xwe hewl didin em ji zimanê xwe şerm bikin. Ma em ê çima ji zimanê xwe şerm bikin? Em hêzê ji zimanê xwe digirin. Ziman, mîrateya neteweyekê ye. Li rexekî êrişên dewletê berdewam in û li rexa din jî li hemberî van êrişan berxwedaneke mezin tê raberkirin. Em ê ji vir û şûnde bi polîtîka û stratejiya xwe zimanê xwe bidin jiyîn.”
Rûniştinên sêyemîn û çaremîn ên komxebatê jî dê bi sernavên “Di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de rista jin, zarok û ciwanan” û “Di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de rista çand û wêjeyê” bên nîqaşkirin.