Welatî bi cil û bergên neteweyî û rengên kesk, sor, zer hatin qadê û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Li qadê posterê Rêber Apo hate vekirin.
Sirûda ‘Ey Reqîb’ hate xwendin û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Piştre hunermend Evdila Sal derket ser dikê.
Di axaftinan de işaret bi wateya berxwedana dîrokî ya Newrozê hate kirin. Parlamentera Rihayê ya DEM Partî Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û diyar kir ku ji bo statuya gelê Kurd û mafên zagona bingehîn, wê têkoşîn bidome. Ayan got, divê şert û mercên xebatê yên azad ji bo Rêber Apo bên dabînkirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku divê statuya Rêber Apo azad bibe û bal kişand ser pêşketinên li Rojava.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Şahî bi stranên hunermend Gula Çiya û Kadîr Çat bi dawî bû.

