Li gundê Telneqer ya dikeve sînorê bajarokê Cebare ya Xaneqîn cenazeye zarokeke keç ya temen 6 sal û nîv bi awayekî hovane hatibû qetilkirin, hate dîtin.
Ji bo lêkolînkirina bûyerê polîsan dayîk-bav û 4 xwişk binçav kir. Çavkaniyekê ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Germiyan li Kirfî got: “Cenazeyê zarokê gihandine nexweşxaneyê û ti şopên êşkenceyê li ser bedena wê nîne, ji derveyî birîna serî.”
Piştî lêkolînkirin û lêpirsînê ya li gel ferdên malbatê, bavê keçikê li xwe mikûr hat û got: “Berê pilana kuştina keça xwe min danibû, min bi xwe ev kiriye.”
Heta niha sedemê qetilkirina vê zaroka keç ya biçûk nayê zanîn. Lêkolîn û lêpirsîna hêzên têkildar dewam dike. Kesên hatine binçavkirin heta karên yasayî temam dibin wê di bin çavdêriya polîsan de bimînin.

