Şaredariya Xelfetiyê ya hatiye desteserkirin di bin dorpêçê de ye. Ji 4’ê Mijdarê ve ku qeyûm hat tayînkirin, bi şaredariyê re 15 kargehên li nêzikê wê jî di bin dorpêçê de ye. Ji ber dorpêçê kargeh sîftehê jî nekirin. Berhemên di kargehên xwarinê de xirab dibin, hinek esnaf jî bi girtina kargehên xwe desteserkirina îradeya gel protesto dikin.
Tevî dorpêçê berxwedana gelê Xelfetiyê ya li pêşiya şaredariyê dewam dike. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Ferît Şenyaşar serdana kargehên di bin dorpêçê de kir û mexdûriyetên esnafan guhdar kir. Polîsan tevî ku Ferît Şenyaşar parlementer e jî bi hinceta “ewlehiyê” xwestin asteng bike. Ferît Şenyaşar piştî serdanê axivî û mexdûriyetên esnafan ragihand. Ne tenê esnaf welatiyên ku di avahiyên hatine dorpêçkirin de dijîn, piştî lêgerînê dikarin bikevin malên xwe.