Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Zapê Operasyona Şoreşgerî: 10 dagirker hatin cezakirin
Kurdistan

Li Zapê Operasyona Şoreşgerî: 10 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê operasyona şoreşgerî pêk anîn. HPG’ê diyar kir ku ew bi ser cenazeyên 10 dagirkeran de çûne û ragihand ku gelek kel û pelên leşkerî û çek hatine desteserkirin yan jî îmhakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ji hewayî û bejahî, hêzên me yên gerîla di çarçoveya parastina rewa de weke bersiv; roja 20’ê Sibatê li Zapê operasyoneke şoreşgerî pêk anî. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên me yên dawî operasyoneke şoreşgerî ye ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û serketineke bilind pêk hat.

Encamên vê operasyona şoreşgerî ji gelê Tirkiyeyê û raya giştî hatiye veşartin, artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe eşkere nekiriye û veşartiye. Wezareta Parastinê ya Milî ya dewleta Tirk duh daxuyanî da; diyar kir ku tola leşkeran li erdê nemaye û 17 gerîla hatine şehîdxistin. Lê belê tiştekî wiha nîne. Ev rasterast dereweke li gelên Tirkiyeyê hatiye kirin.”

HPG’ê di daxuyaniya ev hûrgûlî eşkere kirin:

“Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

19’ê Sibatê di saet 08.55’an de bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin.

Li herêma Zapê;

20’ê Sibatê di saet 18.00’an de li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro, ji 3 aliyan ve operasyon hate lidarxistin. Hêzên me bi rengekî pir serketî gihiştin çeperên dagirkeran. Mîna birûskê li çeperên dagirkeran hate xistin. Beşek ji dagirkeran çeperên xwe hiştin û reviyan, li dagirkerên ku bersiv dan jî hate xistin û hatin cezakirin. Hêzên me di nava wexteke ji 20 deqeyan kêmtir de, temamiya tepeyê ku dagirkeran xwe lê bi cih kiribûn fetih kirin. Hemû çeper û konên li gir ji mesafeyeke nêz bi bombeyên dest, çekên ferdî û nîv otomatîk hatin îmhakirin. Cepxaneya li gir, kamereyeke mobesse û sîstema teleferîk jî hate texrîbkirin. Her wiha 5 kon jî hatin şewitandin. Hêzên me ketin nav konên din û dest danîn ser çek û malzemeyên leşkerî. Hêzên me çûn ser cenazeyê 10 dagirkeran û cezakirina wan teqez kirin. Artêşa dagirker a Tirk da ku vê têkçûna xwe veşêre tenê navê leşkerê paramîlîter Mûstafa Ûslû da ku ji aliyê gerîla ve hatiye cezakirin. Lê belê di vê operasyona şoreşger û serkeftî de, fermandarê xwedî rutbe yê van dagirkeran jî tê de hat tespîtkirin ku 10 dagirker hatine cezadarkirin. Ji van dagirkerên ku hatine cezadarkirin navê sê kesan aşkere bûye ku ev Îlhan Koksoy, Huseyîn Ozdal û Eyup Oksuz e.

Dagirkerên ku hatine cezadarkirin û reviyan li dû xwe çekek BKC ya nîv-otomatîk, 4 çekên piyadeyan ên MPT-55, 1 çeka bombeyan, tifingek, dûrbîneka rojê, 2 dûrbînên şevê, dûrbîneka çekan, kamerayeke termal, dûrbîneke çeka MPT-55, têlsizeke destan, çavkaniyeke hêzê, 3 berguhk, nasname û kartên krediyê yên dagirkeran û qismek pereyê Tirk hiştin û hêzên me dest danîn ser wan.

Her wiha kamerayeke mobeseyê, çeka giran A4 û mewziya wê, çekek BKC ya nîv-otomatîk, çeka bombe avêtinê, sensorek, koneke şerî, kamelyayek, televîzyonek, 2 telefon, 5 kompîtur û 4 teleskopên dagirkeran jî hatin îmhakirin.

3 HEVRÊYÊN ME ŞEHÎD BÛN

Roja 21’ê Sibatê, dema komeke hevrêyên me li milê gundê Guherzê yê girêdayî Amediyeyê derbas dibû, bi wesaîtên sivîl pêşiya hevrêyên me hatiye girtin û bi xayîntî êrîşî wan hatiye kirin. Di encama vê yekê de 3 hevrêyên me gihiştine şehadetê. Nasnameya van kesên nemerd û tirsonek ji hêla me ve hîn bi temamî nehatiye tespîtkirin. Ji dîmenan tê dîtin ku cilên sivîl li xwe kirine û siwarî wesaîteke sivîl bûne. Lê hîn ne diyar e ku girêdayî kîjan hêzê ne. Dê hesaba vê xayîntiyê were pirsîn.

Ji niha û pê de hemû wesaîtên ji Dêraluk–Amediyeyê derbas dibin lê belê bêyî ala Başûrê Kurdistanê bin dê wek dijmin bên hesibandin û bibin hedefa me.

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

Di 1, 2 û 3’yê Sibatê de, kamerayên mobeseyê yên termal ku dijminî li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê danîbûn bi taktîka suîkastê hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 3 kamerayên mobeseyê yên termal hatin îmhakirin.

6’ê Sibatê dagirkerekî ku xwest li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kamerayên mobeseyê yên termal ku hatibûn îmhakirin biguherîne bi taktîka suîkastê hat cezakirin.

20’ê Sibatê di sate 11:54 û 16:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyeyê dagirker bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama van çalakiyan de du mewziyan zirar dît.

Êrîşên ku artêşa dagirker a Tirk bi teqemeniyên qedexe pêk anîne;

18’ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexe hat bombekirin.

Êrîşên ku artêşa dagirker a Tirk pêk anîne;

Di navbera 16-22 Sibatê de li herêma Xakurkê qadên berxwedanê Lolan, Kendekola, Berê Zînê û Goşînê 10 caran, li Qendîlê qada Enzê carekê, li herêma Garê qadên Yekmalê, Girê, Dêreşê, Mam Nêçîr, Girê Zengil, Girê Kun, Zêvkê, Heftebaxê 11 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê Bêşîlî, Serê Metîna, Şêlazê 6 caran, li qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran, bi tevahî 32 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Nûçeya Pişt re Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek sendîkavan hatin binçavkirin

Rexistinên ked û demokrasiyê ji bo kesên ku bi biryarên KHKan ji kar hatine dûrxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kelecana Cejna Remezanê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi coş û kelecanî amadekariya Cejna Remezanê dike.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Sorxwîn û Azadî temsîla ruhê hevaltiyê dikirin’

Ezîz Hezex diyar kir ku şehîd Azadî û Sorxwîn temsîla ruhê hevaltiyê, ruhê Apoyî dikir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?